NAVENDA NÛÇEYAN – HRE’ê bi daxuyaniyek nivîskî da diyar kirin ku hêzên wan li hember artêşa tirk a dagirker li Efrînê gelek çalakî li darxistine, di encamê wan çalakiyan de 4 leşker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Daxuyaniya HRE’ê wiha ye;
“Dewleta Tirk a dagirker ku di dîroka xwe de her tim nûnertiya çanda qirkirin, asîmilasyon û pêkanînên dermirovahî li hemberî gelan kiriye, îro jî bi hemû qirêjiya xwe qirkirin û asîmilasyonê li ser gelê me ferz dike. Di wan pêkanînên xwe de bêyî ku cudahî bixe navberê, jin, zarok, ixtiyar hemû beşên civakê dike hedef. Dewleta faşîst ku par di meha Kanûnê de li Til Rifatê zarokan qetlkiribû, îro ji bi heman şêwazê li ser gelê herêmê qetliaman dimeşîne. Bûyera ku herî dawî li gundê Kîmarê hatibû jiyankirin jî mînakek vê yekê ye. Ji bo tolhildan û bersivdayîna wan pêkanînên dermirovahî hêzên me çalakiyên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 3’ê Kanûnê di saetên ber bi sibê de, hêzên me li herêma Efrînê li hemberî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 1 MPT-76, rextê wê, 1 termal, 1 bêtêl û 1 telefon hatin bidestxistin.
Li roja 4’ê Kanûnê li herêma Efrînê, hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 çete hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Li hember pêkanînên dermirovahî ya dewleta Tirk yê ku li ser gelê me dimeşîne, çalakiyên me yên tolhildanê wê berdewam bikin.