NAVENDA NÛÇEYAN
Hêzên deshilatdar kurewî yên modernîteya Kapîtalîst li hemberê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê di nav êrîşan dene. Pirsgirêka Kurd her roj kurtir dikin û planê îmhakirinê bi hevkarî didomînin. Kapîtalîzma ku nav û nasnameya wî nexweşî, qeyran û pergala qirkirinê îfade dike ji bo xwe berdewam û mayînde bike, wekê axtapotekê îro hemû mirovahî dikşîne nav pencê xwe. Pergala dewlet û îktîdarê kirîz qaosê her ku diçe kûr dike û dixwaze hemû cihanê bigre bin bandora xwe. Di vê demê de civakê jî baştir fêm kir ku pergala dewlet û îktadarê hertiştekê li ser vê re dide maşandin.
Em dikarin bipirsin gelo ev pergal dikare hemû civak, mirovahî li gor xwe bi rêve bibe? di vir de bersivekê net û vekirî dikarim bêjim ku elbet nikare! pergala ku niha li ser yekdestiya-tekel- sermayedarî, kar, menfaet û îktîdarî, dîsa faşîzm, dagirkeriya ku avakiriye her ku diçe di navxuyî de jî nakokî û tevlihevî çêdike. Hinek di nav de hinek jî dijî vê disekinin. Hêzên dijkapîtalîzmê, dijfaşîzmê, jîngeparêz, femînîst û gelek ali- eniyên azadixwaz demokratîxwaz, jî îro ketine ferqa vê belaya serê mirovahî, ev nokokî û tevliheviyê derfetekê tekoşînî, hêzê alternatîfbûnê pêş dixe û li hemberê wî ta astekê têdikoşin.
Bi taybet jî navenda şer û nakokiyên wan Rojhilata Navin û Kurdistan e. Li hemberê van hêzên desthilatdar, dagirker, faşîşt û dîktator berxwedaniyekê bêhempa tê meşandin. Pergala Dagirkeriyê faşîzmê ji bo hemû komelgeyê bi taybet jî li ser jin; zilm, zor, fişar, desteserkirin, qetilkirin, îşkence, êrîşên pir alî û qirkirinê îfade dike. ji ber ku rastiya rejîmên dagirker faşîst bi vê rengê ye; komelge jî bi taybet jî jin, nikarin xwediyê fikir û îradeya azadbin, nikarin li mafê xwe bigerin, nikarin daxwaza demokrasiyê bikin, nikarin talebê jiyanekê wekhev û azad bikin. ji ber ku polîtîkaya zayendparêzî jî her daîm di meriyetê de ye, jin tên tecawuzkirin, bi pêkanînê tunditujî re rû bi rû dimînin, tên pelçiqandin tên qirkirin di şexsê wan de hemû komelge tê qirkirin. Ji bo vê jî di serî de wekê jin lê hemû gelê Kurd hên jî “di bin lepê qirkirinê de ne” divê em di ferqa vê de bin.
Pergala desthilatdar, dîktator û faşîst li ser Rêber APO komplo da meşandin. ji bo em baştir fêm bikin divê em rewşa Rêber APO rewşa Îmraliyê binêrin. Em di meha cotmehê de ne û berî çend rojan 9 cotmehê salvegera roja destpêkirina komploya Navnetewî me li pey xwe hêşt. Îsal 22 sal temam kir û derbasê sala tekoşînê ya 23.bû Niha jî Rêber APO di şert û mercên girankirî girtigehê de dijî. Rêbertî nav li vê demê kir û got “ Ev tecrîde mutlaq ku li ser min tê meşandin.” Bê guman ev rewşa esaretê, girtîbûna Rêbertî berpirsiyariya me ye, û rexnedana me ye. Ji rojên destpêkê pêkhatina komplo em bigrin, heta van salên dirêj ku Rêbertî hana jî di îmraliyê de ye, ji rêhevaltî û ji tarzê tekoşîn û karkirina me ya kêm tê. ji bo vê jî wekê Tevgera Azadiya Jin me vê got “ Sonda Me Ye Em ê Pergala Îmraliyê Hilweşînin û Bi Rêber APO Re Azad Bijîn” Divê em jî li gor vê Rastiyê destbigrin û têbikoşin.
Li dijî faşîzmê seknekê neqebûlkirin û têkoşanekê heta radeyekê heye, lê mixabin divê were dîtin jî ku, asta tekoşîna tê meşandin de lewazî hene. Di nav civakê de hin kes an derdor hene ku qet di ferqa dagirkerî û fîşîzmê de nînin. Sankî hêzên desthilatdar ji bo înkarkirin û tunekirina gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn nebûne yek, her roj planê qirkirinê pêknaynin. Bê guman bi giştî nîne lê di nav civaka me de nêzîkbûnên bi vê rengê ji nedîtî ve tên jî hene. Yan rewşa faşîzmê bi rastî jî nabînin, yan jî, ji nedîtî ve tên û rolê 3 meymûna dilîzin. Ev rewş xeteriyekê cîddî îfade dike. Faşîzm dixwaze eniya xwe xurt bike û nukeriyê disepîne ser gelê me. Di Îranê de jî di Tirkiyê de jî di bin navê ewlekariyê de gel tê mîlîtarize kirin. Êrîşên hovane yên faşîzan pêk tîne û gel terorîze dike. li Bakurê Kurdistanê du welatparêz ji helîqopterê avêtin, li Kirmanşanê du ciwan qetil kirin û roj nîne ku li ser sînoran li kolberan nadin, disa her roj li Başurê Kurdistanê bi balefiran li sîvîlan didin. Diweze van tiştan hemûyan di çavê civakê de meşrû û normal bike. Ji bo vê jî qatil û tecawizkarê jin û ciwanan her ku diçe zêdedibin, dewlet wan teşvîq dike û diparêzê.
Mijara ku divê li ser bê seknandin û herî girînge jî rewşa jin e; Desthilatî, dagirkeriya ku li ser jin tê meşandin e. kesên ku şexsiyetê wan zîhniyeta wan xirabe, di nav civakê de bê ehlaqî derdixin xwe dispêrin qanunê dewletan. Di qanûnê hemû dewletan bi aklê zilamê desthilatdar hatine avakirin. îstatîstîk –amarê fermî- dibêjin di cihanê de, salekî de 78 hezar jin hatine kuştin. Gelo ev tê çi watê? Ger ku di salekê de 78 hezar jin hatibin qetilkirin naxwe 78 qatîl hene ku tên zanîn. Başe em bipirsin kî vana teşwîk dike? ne dewlete ma kî ye! Bê guman dewletên desthilatdar dagirker vê dikin an jî didin kirin. bê guman ev ne tenê cînayetin ev Qirkirin in! Ez hinekê mînakê din bidim; Çend roj berê nuçeyekê de derbas bû kesekî li Tahran û li hin bajarê Îranê di bûyera taciz û tecawuza 300 jina pêk aniye. Ev kes bi navê (divê mirov ji van re nebêje kes, ji ber ku ne mirovin, ne kes in) Keywan Îmamwerdî bû. Bi destê ev bê ehlaq û bê wîjdanan! ev pêk tînin. Em dizanin ku hemû jî şebekene û “zilamê baş” ên dewletê ne. Li Bakur jî bi taybet li ser gelê Kurd heman polîtîka tê meşandin. Çend rojên dirêj kete rojeva gel û bertek ji vê rewşê re hate nîşandan. Zarokekê 7 salî, li cîhekê din jî 10 salî, ji milê subayê tirkan Musa Orhanê hov û ne mirov ve hatibû tecawuz kirin. Dibistanê şevînî de(Medresê şebaneRuzî) em dibînin şebeke dertên ku tecawuz û tacîzan li ser jinên ciwan pêktînin. Berî çend salekê bû dibistanekê de fuhuş û maddê huşbir ketin rojevê. Rayedarê dewletê derket û got ‘ li cîhê ku bi siyasetê re mijûl dibin bila fuhuşê bikin, bila bibin muhtad baştir e’ belê ev nunerê dewletê bu ku wisa axifî, aqil û zimanê dewletê bi xwe bû. Dewleta dagirker ya Îranê de jî, li ser jin, her roj kuştin, tecawuzkirin pêktîne, Polîtîkaya zayendparêzî ya îdeolojik hejamonîk, nijadperestî li hemberê jinê qirkirinê fîzîkî jî dahîl îmhakirinê disepînin. Rejîma dagirker ya, Îranê de qirkirina jinan gîhîştandiye astê herî bilind. Di Kurdistanê de ji ber ku zayendparêzî li pêş e, zewaca di emrê zarok de jî zêde ye. mînak li Îranê, Cewaza zarokan di asta bilind de ye û di salê de 30 hezar zarok hatine zewicandin. Ma ev ne tecawuze, ne qetilkirine çiye? Ji ber vê yekê em dibêjin tundu tujî ya li ser jin, kuştin û tecawuzkirin êdî di asta qirkirinê de ye. ji bo vê jî hilmeta ku KJAR ê daye destpêkirin divê ji milê hemû jinan ve tevlêbûn çêbibe û tekoşîn bê bilindkirin. Em wê demê bikaribin pêşî li qirkirina jinan û li qirkirina hemû civakê bigrin.
Dewam dike….
Rojîn Hêja