NAVENDA NÛÇEYAN – Derketibû holê ku li gundekî Kercewsê zarokeke 15 salî ji ber êşa zik çûbû nexweşxaneyê û hatibû diyarkirin ku tecawizî wê hatiye kirin û ev zarok ducanî ye.
Gilî hate kirin û M.A û V.A ên ji wî gundî hatibûn girtin. Li gorî nûçeya Jinnewsê ya di 5’ê Kanûnê de polîs,çawişên pispor û cerdevan jî di nav de 27 kes tevlî vê tecawizê bûne lê bi tenê navê 11 kesan li vê lêpirsînê hatibû zêdekirin.
Li gorî heman nûçeyê li vî gundî ji xeynî vê zaroka 15 salî, li ser du jinan jî tecawiz hatiye ferzkirin.
Li ser torên dîjîtal civakî bi etîketa ‘#GercüşteNeOluyor’ kampanyayek hate destpêkirin. Parlementer û rêveberên HDP’ê jî di nav de gelek kesan nerazîbûn nîşan dan.