NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 11’an de koma 3’an dewir girt.
‘EM BI BIRYAR IN, EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Girtî Mehmet Abay û Vedat Baktaş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê grev dewrî Veysî Denîzhan û Serhat Borak kirin. Girtiyên di grevê de destnîşan kirin ku ew bi biryarin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.
Girtiyan peyama; ‘ Em bi biryarin tecrîda der mirovî bişkînin. Heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em soz didin ku xwedî li têkoşîna ruhê rojya mirinê ya 14’ê Tîrmehê derkevin, bi vê ruhê berxwedanê serketinê tacîdar bikin. Wê berxwedan û heqîqet bi ser bikeve.’ dan.
Li aliyê din Hamîde Yuksel û Zeynep Yildirim ên li Girtîgeha Oltû ya Erziromê jî dest bi greva birçîbûnê kirine.
TUNCEL JÎ DI GREVÊ DE YE
Hevseroka Giştî ya Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 1 a Kandirayê girtî ye jî di koma sêyemîn de tevlî çalakiyê bû.