SEYIDSADIQ – Xelkê navçeya Seyîdsadiq dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê daketin qadan. Xwepêşandan dewam dike, welatiyan 5 baregehên partiyên siyasî yên PDK, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî şewitandin.
Xwepêşandar daxwaza asayîkirina rewşa herêmê dikin û dixwazin mûçeyê wan were belavkirin. Heya van kêliyan jî xwepêşandan dewam dike.