NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildana Şehîdên Heftanînê li Amed, Agirî, Êlih, Bedlîs, Sêrt û Mêrsînê hin çalakî li dar xist.
Di daxuyaniya Yekîneyên Tolhildana Şehîdên Heftanînê de ev tişt hate diyarkirin:
“Faşîzma AKP û MHP’ê tecrîda li ser Rêbertiya me zêde dike û dixwaze îradeya gelê me bişkîne. Gelê me jî wê li dijî van êrîşên li ser Rêbertî û nirxên me, mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne.
Çalakiyên hêzên me
AMED
Di 1ê Kanûnê de li Taa Ferîdûn a Farqînê bi bombeya bi tesîr li wesayîta zirxî hate xistin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin.
Di 2’ê Kanûnê de li Taxa 5 Nîsanê ya Baglara Amedê li dijî notirvan û polîsan çalakî hate lidarxistin.
Di 3’ê Kanûnê de li Taxa Mescît, di 4’ê Kanûnê de jî li taxên Konak û Tekelê yên Farqînê rê hatin girtin, afîşên li ser tecrîdê hatin daliqandin.
Di 5’ê Kanûnê de li Taxa Ferîdûn a Farqînê li dijî hêzên dijmin çalakiya bi bombeyan hate lidarxistin.
AGIRÎ
Di 27’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê de li Taxa Ataturk û Yenîmahalle ya Patnosa Agiriyê çalakiyên nivîsandin û afîşan hate kirin.
Di 3’ê Kanûnê de li nêzî leşkergeha navenda Agiriyê pankarta bi teqemenî hate bicihkirin.
ÊLIH
Di 1’ê Kanûnê de li Taxa Bayindirlikê ya Êlihe wesayîta aîdî AKP’yiyan hate şewitandin.
Di 2’ê Kanûnê de li Taxa Korikê ya Êlihê trafoya DEDAŞ’ê hate şewitandin.
Di navbera 27’ê Mijdarê û 3’ê Kanûnê de bi wesîleya salvegera avabûna partiya me saet di 21.00’an de li taxên Baglar, Hîlal, Pazaryerî, Yeşîltepe, 19 Mayis, Petrolkent, Şafak, Seyitler, Korike û Sagligê de fîşekên hewayî hatin teqandin û rê hatin girtin.
Di heman rojê de balonên bi alayên PKK’ê hatin firandin. Li gelek taxan sloganên ji bo berxwedana PKK’ê hatin nivîsandin.
MÊRSÎN
Di navbera 1 û 4’ê Kanûnê de li Tarsûs, Akdenîz û navenda Mêrsînê çalakiyên afîş û şewitandinê hatin lidarxistin.
EDENE
Di navbera 1-5’ê Kanûnê de li Pozantiya Edeneyê û Yuregîra Osmaniyeyê çalakiyên şewitandin û sabotajê hate lidarxistin.
BEDLÎS
Di navbera 1-3’ê Kanûnê de li Tetwana Bedlîsê çalakiyên nivîsandinê hate kirin.
SÊRT
Di navbera 27’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de li Misirc, Berwarî û navenda Sêrtê çalakiyên nivîsandin û şewitandinê hate kirin.”