BEHDÎNAN – Li hember êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û polîtîkayên wê ên ku bi riya Şerê Taybet, Tecawiz, Şidet, Zewaca temen biçûk li ser Jinan dimeşîne, Gerîlaya Jin a bi navê Hêsra Kobanê ji qada Şoreşê a Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Çiyayên Azad.
Hêsra Kobanê di derbarê tevlîbûna xwe ya nava refên Gerîlayên Azadiyê de nerînên xwe ji Ajansa me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Ji bo azadiya jinê beşdarbû me, dixwazim azadiya jinê di her milî de zêde bibe. Ez îro ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûme di vir de min ferq kir ku pêşketina li Rojavayê Kurdistan bi jin re çêbûye ne wek ya vire, di Sîstema Rojava de jin cihê xwe di her kar û xebat de girtiye, lê belê di sîstema Başûrê Kurdistanê a KDP’ê de jin nikare di her cîh kar de xebat bike, ji ber wê zihniyeta baviksalarî pir zêde li vir li ser jin tê ferzkirin.
Tevlî Gerîla bûm da ku ew zilma ser jin em bişkînin, û bangî hemû hevalên xwe dikim ew jî berê xwe bidin vê riyê û beşdarî Gerîla bibin da ku ew jî jiyana derdor xwe bizanibin. Bizanibin Azadî çawaye.