NAVENDA NÛÇEYAN – Îro li navçeya Tekyeyê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê, xwepêşandêran navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê şewitand û piştre berê xwe dan navenda Yekitiya Nîştimanî Kurdistanê.
Hêzên ewlekariyê hewl dan xwepêşandêran ji hev veqetînin û gule li wan reşandin. Li ser wê yekê ciwanekî 28 salî Şehîd bû û 4 xwepêşandêrên din birîndar bûn.
Li navçeya Seyidsadiq a girêdayî Silêmaniyê jî zarokekî 12 salî bi guleyên hêzên ewlekariyê Şehîd bû.
Li navçeyên Qeladiz, Pîremegrun û Zerayen a Şarzûrê û qezaya Kilara, qezaya Bencewîn û bajarokê Kifrî jî xwepêşandanên berfireh pêk hatin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li parêzgehên Helepçe û Silêmaniyê, hêzên ewlekariyên û hêzên parastina navendên partiyan gule li xwepêşandêran reşandin, 3 welatî Şehîd bûn û 52 birîndar bûn.