NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên çepgir ên ji Tirkiye û Kurdistanê yên di bin banê Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gela (HBDH) de kom bûne, bi daxuyaniyekê bangî ciwanan kir.
Daxuyanî li pişt pankarta ‘Em ê faşîzmê hilweşînin’ hate dayin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Wekî ku tê zanîn gelên Tirkiye û Kurdistanê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê têkoşîneke mezin dike. Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê kirinên xwe yên faşîst derxistiye derveyî sînorê Kurdistanê û li ser gelê Kurdistanê jî dike. Ji ber vê jî van kirinên faşîst li ba gel dibe sedema hêrsê. Bi van kirinên faşîst re dixwazin ruhê yekîtiyê yê gelan parçe bikin. Ji ber vê jî têkoşîna şoreşger a hevpar ya li dijî faşîzmê jî roj bi roj gel dibe.
TÊKOŞÎNA AFIRANDINA DAHATÛYA AZAD TÊ KIRIN
Em ciwanên ji Kurdistan û Tirkiyeyê diyar dikin ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li ser gelên me zextên mezin dike. Li ser axa Tirkiye û Kurdistanê jî şerekî mezin û têkoşîneke mezin tê kirin.
Ji aliyekî ve kesên serwer dixwaze vê tarîtiyê bidomînin û ji aliyê din ve jî têkoşîna afirandina dahatûyeke azad tê kirin. Ji aliyekî yên li qesran tên parastin û ji aliyê din ve jî serhildana ku li çiya û bajaran geş dibe.
Ji aliyekî din ve jî vê pergala ku di warê dîrokî de kevn bûye û di warê ekonomîk de têk çûye, li aliyê dinjî şoreşeke ku bi mirovan re mezin dibe û siberojê ava dike. Ji aliyekî ve tarîtiya ku dixwaze were domandin û aliyê din ve jî jiyaneke mirovane ya ku tê avakirin.
DIVÊ MEŞA ME SERFIRAZIYA TEQEZ BE
Em ciwanên ji Kurdistan û Tirkiyeyê di vî şerî de alîgirê bindestan in. Em alîgirê serhildanê ne. Em alîgirê Têkoşîna Şoreşa Yekgirtî ne! Em xwediyê wê hêzê ne ku karibin dahatûya xwe azadiya xwe ava bikin. Dahatûyeke azad wê bi hilweşandina faşîzmê û bi guherandina vê pergalê pêk were. Hemû hewldan û meşa me divê ber bi serfiraziya teqez be.
Pêngava “Emê faşîzmê birûxînin, azadiyê bi dest bixin” ya Tevgera Şoreşgerî ya Yekgirtî ya Gelan (TŞYG) ji bo wê armancê gaveke xurt e. Em wek ciwanên Kurdistan û Tirkiyê diyar dikin ku piştgiriyê didin wê pên gavê û bi hemû hêza xwe ve tê de cih digrin. Ciwanên karker û gundî, jin û xwendevanên ciwan û hevalên me yên ciwan ên mehkûmê bêkariyê hatine kirin, her wiha yên bi dudiliyê pêşwaziya hatina her rojê dikin û bi bê hêvîtiyê diqedînin… dîsa yên di bin vê saltanata bêzarker de ji bilî bê pêşerojiyê tu tiştek nabe para wan…
RABIN SER PÊYAN!
RABIN SER PÊYAN Ji ber ku ya dixwazin reş bikin pêşeroja me ye!
RABIN SER PÊYAN Ji ber ku ya dixwazin îro jî bidizin siberoja me ye!
RABIN SER PÊYAN Ji ber ku ku ew sîstem ji bilî zext, zilm û bê pêşerojiyê tu sozek tuneye ku ku bide me!
RABIN SER PÊYAN Ji berku bêyî rabûna ser pêyan tu rêyekî rizgarbûna ji wê sîstemê tuneye!
EM MILÎS Û PARASTINA XWE YA CEWHERÎ AVA BIKIN
Hevalên ciwan û jinên ciwan tevlî kampanya ‘Emê faşîzmê birûxînin, azadiyê bi dest bixin’ bibin û hêz bidin! Tiştên werin kirin pir in! Tevlî milîs û gerîlayên TŞYG ku di nava xebatê de ne bibin û piştgiriya wan bikin. Em Hêzên Milîs û Parastina Xwe ya Cewherî ya ku tevahî saziyên leşkerî û ekonomîk ên faşîzmê û rêxistinên sivîl û fermî yên faşîzmê wê hedef bigire avabikin û bikevin tevgerê. Bêyî ku bêjin biçûk û mezin e em derbê li faşîzmê bidin!
Em hêzên xwe bikin yek û tevlî merasîm û çalakiyên ku li hemberî pirsgirêkên bingehîn ên ciwanan hatine dayîn bibin. Derkevîn kolanan û kolanan veguherînin qadên têkoşînê! Materyalên kampanyayê çap, zêde û belav bikn. Daxuyanî, danezan û bultenên xwe ji bo bigihînin her çar aliyê Kurdistan û Tirkiyê, em bixebitin! Me têkoşîna ku TŞYG bi rêvedibe bigihînin her kolan, cade, meydan û malekê. Tevlî seferberiya şoreşê ya yekgirtî bibîn! Bi şekl û şêwazên nû yê çalakî û teknîkê ku bi rêbazên xuluqkar ve emê pêş bixin, em kampanyayê mezin bikin. Li benda tu kesî/ê nemînîn. Ji ber ku yekane hêza ku wê faşîzmê têk bibe yekbûna çalakiya ciwanan e. Careke din hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyê vedixwînin ku tevlî pêngava ‘Em ê faşîzmê birûxînin, azadiyê di dest bixin’ ya TŞYG’ê dayî destpêkirin bibin.”