NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikantina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullha Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye ku 27’ê Mijdarê ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin dewam dike. Çalakî bi dewrgirtina koma 3’an re kete roja xwe ya 13’an.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva biçîbûnê bi tevlîbûna rêxistinên sivîl ên li Stenbol û Wanê daxuyaniyek da, daxwaza bidawîkirina tecrîdê kirin, banga hestyariyê kirin.