QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi dirûşma “Li dijî îxaneta PDK`ê li ser Şengalê bi yekbûyîna ciwanan, Em ê Tekez Serbikevin”, her wiha ji bo silavkirina berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê meşeke meşaleyî li bajarê Qamişlo, li dar xist.
Meş bi tevlîbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yektiya Jinên Ciwan ji ber çerxerêya Sonî dest pêkir, bi rakirina wêneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û meşeleyan dewam kir.
Meşevanan diruşmên “bimre îxanet”, “bijî berxwedana Şengalê” û “bijî berxwedana çalakvanên grêva birçîbûn” berzkirin. Piştre meşevan li ber çerxerêya Şerq rawestiyan.
Di mîtîngê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Seyran Sîno daxuyanî xwend, Seyran da zanîn ku ew wek ciwanên Rojavayê Kurdistanê berxwedana çalakvanên ku di girtîgehan de ku di girêva birçîbûnê de ne, silav dikin.
Seyran Sîno diyar kir ku hêza PDK`ê û hikumeta Iraqê li ser Şengalê li hevkirineke imze kiriye, lê gel baş dizane ku di 2014`an de hêza PDK`ê, Şengal ji DAIŞ`ê re hişt û reviya.
Seyran Sîno daxuyand ku ew wekî Ciwanên Rojavayê Kurdistanê vîna civaka êzidî ji xwe re wekî bingeh digirin û hebûna îxanetkaran li Şengalê tu carî qebûl nakin û wiha got: “Ew hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin, bila bizanibin ku ciwanên Rojava heke êrişeke li ser Şengalê bê kirin weke temaşe namînin.”
Di hundirê çalakiyê de Ciwanan nerînên xwe ji Nûçegihanê me re parvekirin.
Ciwanê bi navê Ahmed wiha dest bi axaftina xwe kir û got: Itîfaqê di navbera Iraqê û PDK’ê çêbûye ji bo Şengalê, em jî li hember vê yekê meşa xwe li dardixin. Em wek ciwan dibêjin kes nikare qedera Şengalê diyar bike, Şengal bi xwe qedera xwe dikare diyar bike. Em jî li pişta gelê xwe yê Şengalê ne.
Hogir Qamişlo jî di nerînên xwe de wiha anî ziman û got; “ Ev meş ji bo Şengalê me li darxistiye, ji ber ku PDK’ê û Iraq dixwazin dîsa Şengalê dagirbikin, da ku komkujî werin çêkirin, Qatîlam werin çêkirin, em wek ciwanên qamişlo dengê xwe didin gelê Şengalê. Em Hazir û amade ne çi êrîş ser Şengalê were kirin em jî berê xwe bidin Şengalê û bi gelê Şengalê re bin.
Itîfaqîke wisa Îxanete,”. Em jî wek Ciwanên Qamişlo vê komployê şermezardikin”.
Meş bi dirûşmên “bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.