NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya bê dem û bidorveger a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyên PKK’î û PAJK’ê 27’ê Mijdarê destpêkiribû di roja 14’an de bi koma 3’an didome. Li gel berxwedana mezin a li girtîgehan binpêkirin jî zêdetir bûne.
Ji girtiyên siyasî Gurbet Ceyla û Leyla Saraç li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê çalakiya grevê didomîne. Girtiyan anî ziman ku wê grevê bibiryardarî bidomînin, bal kişandin ser binpêkirinên li dijî wan tên kirin.
Li gorî agahiyên girtiyan dayî, 26’ê Mijdarê ji bo girtî Sîbel Kaya, Nûrcan Ersoz, Ayfer Başlig û Mûlkiye Dogan ên stranên Kurdî distiriyan û li cihê bêhnvedanê govend gerandine, rêveberiya girtîgehê lêpirsîn derbarê wan da destpêkirin. Bi hinceta ‘govend gerandin, bi zimanekî neyê famkirin stran stirîn’ piştre ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi guherandina ‘dirûşim qîrkirin û govend gerandin’ cezayê ‘peywendiyan’ li girtiyan birîn.