SERÊKANİYÊ – Li bajarê Serêkaniyê ku di bin kontrola dagirkirina Tirk û çeteyên wê de ye, di hundurê noqteyek leşkerî de bombeyek di erebê de teqiya. Di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.
Di daxuyaniya dewleta Tirk a dagirker de, hate gotin ku 2 leşker û 2 çete hatine kuştin, 6 leşker û 2 çete birîndar bûne, çavkaniyên herêmî yên li herêmê diyar kirin ku teqînê pir mezin e û bi dehan çete hatin kuştin.