Adar 2004:
Rêber Abdulah Ocalan di derbarê tiştên çêbûn de dereng û kêm hate agahdarkirin. Hem rêveberî û hem jî parêzer di vê mijarê de erkên xwe pêk nanîn. Rêber Apo bûyeran ji çapemeniyê fêr bû û pêşî bi dayîna çar navan(Cuma, Abbas, Cemal, Ferhat) got “bila kom bibin û pirsgirêkan çareser bikin.” Dema ev çareserî neçû serî di meha Sibatê “ de ji nû ve înşaya PKK´ê” anî rojevê. Li ser vê bingehê 10’ê Adarê heval Cemal erkdar kir û ji heval Cemal “Pêşniyara komîteyeke” xwest. Pêşî 9, pişt re 12 kesan ji bo “Komîteya ji nû ve înşakirina PKK” erkdar dike. Bang kir ku herkes derdora vê komîteyê bibe yek û heya Newrozê wext da. Dîsa da zanîn ku wê li dijî kesên tevlê vê bangawaziyê nebin xwedî helwest bibe. Ji aliyekê ve jî ji ber pêşketina derfeta hiquqî ya nivîsandina parêznameyek, parastina bi navê “Parastina Gelekî” amade kir û li vir guhertina paradîgma, wekî paradîgmaya nû ya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin” û Pergala Konfederalîzma Demokratîk bi berfirehî pênase kir. Bi vî awayî pêşiya her cûre feraseta tasfiyeger birî, li ser vê bingehê pêvajoya ji nû ve înşa û guhertinê da destpêkirin.
Nîsan-Gulan 2004:
Komîteya Ji Nû ve Înşa ya PKK´ê, piştî Newrozê rêveberiya kevin li Qendîlê kom kir û ji nû ve nîqaşên yekbûnê meşand. Niqaşan hineke tansiyonê xist, lê di avakirina feraset de têrker nebû. Ji koma reviyabû Iraqê beşeke mezin paşve vegeriya bû, lê şûna ku li çiya bimînin, bi navenda rêxistinê re bibin yek, te digot qey ji bo revandina kesên xwediyê ferasetên tasfiyeger ên li pey xwe hiştine hatine. Ji bo vê Komîteya Înşayê “Piştî niqaşên giştî pêşxistina platforma rexnedayînê” plan kir. Dema civînên nîqaşan temam dibe û wê derbasê platforman bibin tam di vê demê de Parastina Serokatî ya bi navê “Parastina Gelekî” gihişt destê Komîteya Înşayê. Ger gotin di cih de bibe, wekî dermanekî ku hemû nexweşiyan baş dike gihişt hawarê. Di orteya meha Nîsanê de li Qada Qendîl-Sûredê bi tevlêbûna derdorê 150 kadro platforma rexne-rexnedayînê hate avakirin û endamên rêvebir ên di lêpirsînê de ji platforman hatin derbaskirin. Ewil parastina bi navê “Parastina Gelekî” ya ji Serokatî nû gihiştibû hate xwendin. Her tişt vekirî bû û Parastina Serokatî her tiştî bi zelalî didanî holê. Tasfiyegerên Ferhat-Botan ketin rewşeke pir nebaş. Xwestin bi şantajan rexneyan kêm bikin û ji platformê derbas bibin. Di astek de ji hêla kadroyan ve rexne pêşketibin jî, ji ber lawaztiyên fêmkirina paradîgmaya nû û nêzîkatiya têkoşîna bîrdozî helwest û rexneyên ideolojik têrker nebûn.
16-26’ê Gulanê 2004:
Lijneya 2’yemîn a Giştî ya Kongra Gel li Qada Qendîl-Şehîd Harûn kom bû. Li gorî naveroka Parastina Rêbertî ya bi navê Parastina Gelekî, baş amadekarî nehatibû kirin. Derveyî vê bandoreke zêde ya feraseta tasfiyegeran hebû. Ji ber vê li gorî guhertina paradîgmayê pênase û damezrandina ku xeta konfederalîzma demokratîk esas digire nehate pêş xistin. Mijarên rojane yên wekî; xilaskirina agirbestê, ji bo serokê şaredariyan amadekirina rêznameya xebatê derketin pêş û bûn biryar. Endamên Konseya Rêvebir ji nû ve hatin hilbijartin. Piştî Lijneya Giştî tasfiyegerên Ferhat-Botan dîsa reviyan. Êdî endamê Konseya Rêveberiyê nebûn.
1’ê Hezîranê 2004:
Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongra Gel li Qada Qendîl-Lewcê civîna çapemeniyê kir. Di civînê de hem di derbarê encamên Lijneya Giştî de ji çapemeniyê re agahî hate dayîn û hem jî xilaskirina agirbestê ragihand. Bi vî awayî agirbesta 4’emîn a yekalî jî xilas bû. Rêber Abdulah Ocalan got “Ger ez bûma minê piştî hilbijartinên 3’yê Mijdarê 2002’yan de xilas kiriba.” Dereng ketibe jî pêngava leşkerî-siyasî ya 1’ê Hezîranê ku milê xwe yê bîrdozî-rêxistinî li pêş e bi vî awayî dest pê kir.
9’ê Hezîranê 2004:
Wekilên DEP’ê Lêyla Zana, Hatîp Dîcle, Orhan Doxan û Selîm Sadak ku deh sal in di zindanê de dîl dihatin girtin ji nişka ve ji hêla Hikûmeta AKP’ê ve serbest hatin berdan. Pişt re jî ji hêla çapemeniya Tirk ve “propagandaya Lêyla Zana” hate pêşxistin. Di esas de ev rewş teqtîka şerê taybet bû ku li dijî xilaskirina agirbestê dihate pêşxistin. Dema tasfiyegeriya ku li ser partiyê dihate ferzkirin hate berteref kirin, vê carê jî xwestin li ser siyaseta demokratîk tasfiyegeriyê ferz bikin. Di vê mijarê de Rêber Apo hişyarî da. Wekîlên derketin helwesteke rast pêşxistin û bi vî awayî teqtîka tasfiyeger a AKP´ê vala hate derxistin.
…Hezîran 2004:
Konferansa 2’yemîn a Çand-Hunerê bi tevlêbûna derdorê 50 delegeyan li Xinêrê hate kirin. Texrîbatên tasfiyegeran û xebatên li qadan hate nirxandin, ji bo ji nû ve rêxistinkirina xebatên hunerê biryar hatin girtin.
17’ê Hezîran-2’yê Tîrmehê 2004:
Kongreya 5’emîn a Jina Azad li Qendîlê kom bû. Navê PJA’yê kire Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK, di partîbûna jina xweser de pirsgrêkên ji nû ve înşayê nîqaş kir û li ser vê bingehê biryaran girt.
26’ê Cotmeh-5’ê Mijdarê 2004:
Konseya Rêvebir a Kongra Gel li Qendîlê civîna xwe ya berfirehkirî çekir. Di vê civînê de hem girêdayê xebatên civakî-siyasî yên li parçeyên Kurdistanê biryar hatin girtin, hem jî li ser bingehê hişyariyên Rêber Apo organên qanûndanîn(teşrî) û îcrayê ji hev hatin cudakirin. Bi vî awayî Pergala Konfederalîzma Demokratîk hate pênase kirin û Kongra Gel bû organa biryarê, bi vî awayî ji hêla Dîvana Serokatiya xwe ve tê rêvebirin. Konseya Rêvebir jî wekî organa îcrayê rol dibîne.
29’ê Mijdarê 2004:
Endamê Komîteya Navendî ya KADEK û PKK´ê Rêheval Şîlan Bakî ku di Tevgera Jina Azad de di asta rêveberiyê de jî erkan meşandiye bi Rêheval Fuat, Zekeriya, Cemîl û Ciwan re li Musulê ji hêla çeteyên faşîst ve hatin qetilkirin. Dema Rêber Apo fêr bû xemginiya xwe bi gotina “Keça me ya biçûk e? da der.
20’ê Sibatê-7’ê Adarê 2005:
Konferansa 3’yemîn a HPG´ê bi tevlêbûna 181 delegeyan li qada Zap-Kanî Gûzê hate kirin. Ji ber pêvajoya şer civîn ewil li ser gerîla sekinî. Lê li ser bingehê guhertina paradîgma amadekariyeke wisa têrker li ser naveroka pirtûka Parastina Gelek nehatibû kirin. Ji xeynê vê tasfiyegerên Çelê Dr. Elî-Rûbar di xebatên amadekariya konferansê de bi bandor bibûn. Ji ber vê yekê di vê konferansê de ji nû ve înşaya PKK´ê tam pêk nehat. Tenê karî girêdayê pêvajoyê biryarên teqtîkî bigire.
21’ê Adarê 2005:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi belavkirina danezaneke Pergala Konfederalîzma Demokratîk (KCK) îlan kir. Danezan rêgezên bingehîn ên Konfederalîzma Demokratîk di xwe de dihewand. Rêber Apo, diyar kir ku Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk, erk û mîsyona wê hildigire ser xwe, li ser vê bingehê bang kir ku hemû gelê Kurd û hemû bindest di bin ala kesk a Konfederalîzma Demokratîk de kom bibin, têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin. Bi vî awayî PKK´ê di Newroza 1985’an de çawa Eniya Rizgariya Netewî ERNK’yê îlan kir, bîst sal paşê dîsa di Newrozêkê de wekî pergala gel a demokratîk KCK’yê îlan dikir.
28’ê Adarê-4’ê Nîsanê 2005:
Kongreya ji nû ve Înşaya PKK´ê bi tevlêbûna 205 delegeyan li Xinêrê hate kirin. Ev Kongre, wekî Kongreya 9’emîn A PKK´ê jî hate pejirandin. Rêzikname û Programa Partiyê ku li ser bingehê xulaseya pirtûka Parastina Gelek a Manîfestoya demê hatibû amadekirin hate erê kirin. Remz û ala berê ya ERNK´ê wekî al û remza nû ya PKK´ê hate diyar kirin. Li ser bingehê pêvajo û rewşa rêxistinî plan û biryareke berfireh hate derxistin. Bi hilbijartina Hevserok û Rêveberiya Partiyê (Parti Meclisi) kongre temam bû. Lê di pratîkê de pergala hevserokatiyê pêk nehat û bi erêkirina Rêber Apo jî di Kongreya din de hate rakirin. Kongreya Înşayê li ser bingehê paradîgmaya nû, di ji nû ve rêxistinkirin û komkirina partiyê de pêşketinên girîng bi dest xist. Lê li dijî tasfiyegeriyê ji hêla têkoşîn û sekna bi bandor a îdeolojîk ve kêm ma.
7-18’ê Nîsanê 2005:
Komcivîna (kurultay) 1’emîn a Jin kom bû û Koma Jinên Bilind-KJB damezrandina xwe îlan kir. Li ser bingehê fikrê Rêber Abdulah Ocalan navê KJB´ê pişt re wekî KJK hate guhertin.
5-18’ê Gulanê 2005:
Kongra Gel civîna xwe ya 3’yêmîn a Lijneya Giştî li ser bingehê amadekariyeke baş li Qada Qendîl-Sûredê kir. Rêziknameya navxweyî ya Kongra Gel hate pejirandin û Dîvana Serokatî hate avakirin. Peymana KCK´ê hate destgirtin û pejirandin. Bi vî awayî Lijneya 3’yêmîn a Giştî xwe wekî “Lijneya Damezrîner a Giştî” îlan kir. Civînê rapora nivîskî ya Konseya Rêvebir nirxand û erê kir. Li gorî pergala hilbijartinê ya di peymanê de hatiye diyarkirin saziyên eleqeder hilbijart û erka xwe temam kir. Lijneya 3’yêmîn a Giştî di pergalbûyînê de bû gaveke girîng. Lê ji gel tevlêbûna delege kêm ma, tevlêbûna kadroya/ê partiyê zêde bû.
…Hezîran 2005:
Konferansa 3’yêmîn a Weşan-Çapemeniyê bi tevlêbûna derdorê 60 delegeyan li Xinêrê hate kirin. Ji ber bandorên tasfiyeger ên li ser çapemeniyê, li ser xeta wê ya weşanê û xebatên wê yên li qadan nîqaşên berfireh hatin meşandin.
26’ê Tîrmeh-6’ê Tebaxê 2005:
Kongreya 1’emîn a Ciwanan li Xinêrê hate kirin. Li ser bingehê pênaseyên Rêber Abdulah Ocalan wekî rêxistinbûna demokratîk a Ciwanên Kurdistanê, Komalên Ciwan (Koma Komalên Ciwanên Kurdistana Demokratîk) hate damezrandin. Jixwe PKK wekî tevgereke ronakbîr-ciwanan derketibû û rêxistinbûna xwe ya ewil wekî Yekîtiya Ciwanên Şoreşgerên Kurdistanê pêş xistibû. Di 1987’an de li Ewropayê Yekîtiya Ciwanên Welatparêz a Şoreşgerên Kurdistanê (YXK) hatiye damezrandin, ev rêxistinbûn pişt re navê xwe wekî YCK guhertibû. Piştî komployê, di dema pêvajoya guhertinê de jî tevgera ciwanan xwestibû xwe bi navê TECAK’ê bi rêxistin bike. Komalên Ciwan, di bin pêşengtiya PKK’ê de wekî rêxistinbûna demokratîk-şoreşger a ciwanên Kurdistanê di înşaya Konfederalîzma Civaka Demokratîk(KCK) de erkê pêşengtiyê hildigire.
12’ê Tebaxê 2005:
Li ser esasê daxwaza Hikûmeta AKP´ê ji hêla Konseya Rêvebir a KCK´ê ve ji bo mehekî çalakî hatin rawestandin. Wê 23’yê Tebaxê MGK kom bûya û di nava Rêveberiya TC’yê de nakokiyên cidî hebûn. Armanca rawestandina çalakiyan ji bo mudexelekirina vê rewşê bû. Dewletên Ewropî dixwestin di navbera Kurd û Tirkan de pêvçûn hebin. Ji ber vê ji bo rawestandina çalakiyan li Ewropayê destûr nedan civîna çapemeniyê bê kirin. Ji bilî vê artêşa TC’yê êrîşên xwe neda rawestandin û 25’ê Tebaxê yekîneya di bin fermandariya Rêheval Nucan (Cenet Dîrlîk) de li Beşiriyê şehîd hatin xistin. 23’yê Tebaxê Lijneya Ewlehiya Netewî-MGK, “li dijî PKK biryara şerê taybet ê topyekûn” girt.
…Cotmeh 2005:
Civîna berfirehkirî ya Konseya Fermandariya HPG´ê li qada Zagrosê hate kirin. Komîteya Parastinê û Serokatiya Konseya Rêvebir A KCK´ê jî tevlê civînê bûn. Hate destnîşan kirin ku li dijî biryara şerê topyekûn ê TC’yê di asta şerê navîn de bi teqtîka şerê parastina çalak bersiv bê dayîn. Pişt re li qada civakî Konseya Rêvebir a KCK´ê jî biryar da ku kampanyaya “Rêber Apo îradeya min a siyasî ye” bê meşandin.
1-2’yê Sibatê 2006:
Endama Komîteya Ji nû ve Înşaya PKK Rêheval Viyan Soran (Lêyla Walî Huseyîn) li Heftanînê xwe şewitand. Li pey xwe nameyeke berfireh hişt. Di nameya xwe de diyar dike ku êdî bi pergala îşkenceya Îmraliyê re jiyan nabe, li ser vê esasê ji her kesê/î re li dijî komployê banga bilindkirina têkoşînê dikir. “Banga Viyan” bi bandor bû û gel komploya 15’ê Sibatê bi awayekî bi bandor bi dirûşmeya “Bila pergala Îmraliyê birûxe” şermezar kir. Çalakbûna gel di 8’ê Adarê û Newrozê de gihişt lûtkeyê, li navenda Amedê heya 28’ê Adarê gel di bin pêşengtiya ciwanan de kolanan berneda. Li Qada Newrozê gel bi bi hev re destnîşan kir û got “Rêber Apo îradeya min a siyasî ye.” Dema Tayîp Erdoxan nekarî gel bide rawestandin derket meydanê got “Zarok jî bibe, jin jî bibe hêzên me yên ewlehiyê çi lazim bike wê bikin.” Bi vî awayî polîs xiste tevgerê û 12 zarokên Kurd dan kuştin.
11’ê Nîsanê 2006:
Endama Meclîsa Partiyê ya PKK´ê(Komîteya Navendî) Rêheval Sorxwîn(Ozgûr Kaya), li Qada Botan Bestayê di pêvçûna dijmin de bi komeke 8 kesî re şehîd ketin.
17-22’yê Nîsanê 2006:
Lijneya 4’emîn a Giştî ya Kongra Gel´ê li Qendîlê hate kirin. Piştî destpêka Sibatê pêşketin û tundiya têkoşîna cemawerî ya bi pêş dikeve hate nirxandin, li dijî êrîşkariya AKP´ê ji her milî ve ji bo pêşxistina têkoşînê biryar hatin girtin.
5-11’ê Hezîranê 2006:
Kongreya 6’emîn a Jina Azad bi tevlêbûna 150 delegeyan kom bû. Mijarên girêdayê xebat û inşakirina PAJK’ê niqaş kir û erkên lazim e bêne kirin diyar kir.
3-8’ê Tîrmehê 2006:
Civîna Berfirehkirî ya Navenda PKK´ê li Qada Xinêrê hate kirin. Civîn bi pêşketinên siyasî re rewşa rêxistinî û bîrdozî jî nirxand û li ser derbaskirina pirsgrêkan sekinî.
1’ê Tebaxê 2006:
Rêheval Sarı Îbrahîm (Ramazan Toptaş) li Biryargeha Navendî ya HPG´ê bi êrîşê sixûrêkî hate qetilkirin. Erkê fermandartiya îstîxbaratê û parastina cewherî ya Biryargeha Navendî dimeşand. Piştî vê bûyerê derkete holê ku Rêveberiya AKP´ê dixwaze bi toreke sîxûrî bikeve nava Tevgera Azadiya Kurd. Ev tora sîxûrî hate eşkere kirin.
1’ê Cotmehê 2006:
Li ser esasê bangawaziya Rêber Abdulah Ocalan, Konseya Rêvebir a KCK´ê agirbesta 5’emîn a yek alî îlan dike. Ji bo îlan kirina agirbestê ji Rêveberiyên DYA, PDK û DTP xwestek hatibûn. Van derdoran ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgrêka Kurd gotibûn em ê navbeynkari bikin. Ancax di meha Mijdarê de dema Rêveberiya Komarxwazan li Amerikayê di hilbijartinan de li bin dikeve ev stratejî guherî. Şûna vê stratejiyê, stratejiya avakirina îtifaqa TC-Iraq-Kurd girt. Ji bo vê jî lazim bû PKK û artêşa TC’yê şerê hev bikirana û Rêveberiya Sedam Huseyîn hatiya bê bandorkirin. Li ser vê bingehê di dawiya sala 2006’an de Sedam Huseyîn (30’ê Kanûnê) û hevalên wî hatin darvekirin, 5’ê Mijdarê 2007’an de bi hevdîtina Bush-Erdoxan jî li dijî PKK´ê şereke nû hate dest pê kirin.
5’ê Mijdarê 2006:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Akîf (Xidir Xirîngî) li Qendîlê ber bi lehiyê ket û gihişt şahadetê. Rêheval Akîf ji xebatên Rojhilatê Kurdistanê re pêşengtî dikir.
15’ê Çile-4’ê Sibatê 2007:
Konferansa 4’emîn a HPG´ê bi pêkheteyeke têrker li Garê hate kirin. Encamên pratîka şerê di asta navîn de dihate meşandin hate nirxandin, li gorî berxwedana topyekûn biryara amadebûnê hate girtin. Li Botanê tasfiyegeriya Dr. Elî û Dîcle ku wekî reformxwaziya sosyal a veşartî derketibû holê hate mehkûm kirin. Kesayetên eleqeder ji erk hatin girtin û biryara vekirina lêpirsîna rewşa heyî hate dayîn. Li gorî feraseta parastin û guhertina paradîgmaya di pirtûka Rêber Apo ya Parastina Gelekî de ji nû ve înşaya HPG´ê hate pêkanîn. Li ser vê bingehê rêzikek nû û biryarên guncav hatin amadekirin. Hate diyar kirin ku HPG ji nû ve tevlê PKK’ê bibe. Ji HPG´ê pergala hilbijartinê hate rakirin. Endamên Konseya Fermandariyê bi raporên nivîskî ji platformên rexne-rexnedayînê hatin derbas kirin. Bi planeke bi hêz HPG ji serdema nû re xwe amade kir.
…Sibat 2007:
Civîna Meclîsa Partiyê ya PKK´ê (Komîteya Navendî) li Xinêrê hate kirin. Di civînê de agahiya jehrkirina Rêber Abdulah Ocalan wekî rojeva tekane hate nirxandin. Li ser vê bingehê planeke têkoşînê ya berfireh hate amadekirin û xistin pratîkê ku di her astê de pêşxistina çalakî û agahdarkirina raya giştî di xwe de dihewand. Di vê çarçoveyê de Rêheval Erdal (Gûven Akuş) roja 22’yê Gulanê li Enqere-Ulus li dijî konvoya Erkana giştî çalakiyeke fedaî pêşxist.
16-22’yê Gulanê 2007:
Lijneya 5’emîn a Giştî ya Kongra Gel bi tevlêbûna 213 endaman li Qendîlê hate kirin. Biryara Konferansa HPG´ê ku li dijî êrîşên muhtemel ên dijmin ji her hêlê ve meşandina berxwedana topyekûn esas digire hate erêkirin. Li ser vê bingehê di pergala KCK’ê de biryarên ku guhertinên pêwist dike û têkoşînê ji pir aliyan ve pêşdixe hatin girtin. Bi hilbjiratinan rêveberi hate nû kirin.
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/08/kronolojiya-pkke-besa-6/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/05/kronolojiya-pkke-besa-5/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/01/kronolojiya-pkke-besa-4/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/29/kronolojiya-pkke-besa-3/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/26/kronolojiya-pkke-besa-2/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/24/kronolojiya-pkke-besa-1/