NAVENDA NÛÇEYAN – Bi navê girtiyên ji doza TKP-ML’ê Derya Ozanyan daxuyaniyek da û got, “Di 27’ê Mijdarê de girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan, li dijî astengiyên bi bahaneya pandemiya Covîd-19 hatine ferzkirin, her wiha li hemberî zext û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan dest bi çalakiyê kirin. Em radigihînin ku em jî piştgiriya çalakiya wan dikin.”
Ozanyan got, “Polîtîkaya heyî ya desthilatdariyê ku bi bahaneya pandemiyê hîn bêhtir êrişî bindestan dike û mafên wan desteser dike, li girtîgehan vediguhere girankirina tecrîdê. Astengiya ku bi bahaneya pandemiyê hatine ferzkirin, ji bo girtiyan veguheriye desteserkirina mafên wan.”
Derya Ozanyan got, “Em zanin ku desthilatdarî bi bahaneyên cuda dixwaze van astengiyan mayinde bike” û wiha dewam kir:
“Ji bo bersivê bide van êrişan hemûyan, ji bo rabûna li ber vê yekê greva birçîbûnê dest pê kir. Em jî radigihînin ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza me ye û ji bo piştgiriyê em ê 5 rojan di greva birçîbûnê de bin.”