NAVENDA NÛÇEYAN – Lîsteya kes û saziyên ku mohra xwe danîne binê kampanya ‘Dem hatiye, azadî ji Abdullah Ocalan re’ bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ji aliyê însiyatîfê ve hate eşkerekirin. Lîsteya beşdarên kampanyayê li ser malpera înternetê ya însiyatîfê dikare bê peydakirin: (www.freeocalan.org).
Bi dehan sazî, bi sedan lêkolîner, akademîsyen, derhêner, hunermend, parlamenter, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîstan mohra xwe danîn binê metna kampanyayê. Însiyatîfê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê hate gotin: “Bûyerên ku di salên dawî de diqewimin nîşan didin ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd gelek pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nikarin çareser bibin. Abdullah Ocalan ji bo Kurdan ne tenê lîdereke û sembola azadiyê ye, di heman demê de ji bo demokratîkbûna herêmê û pêkhatina aştiyê yekane kes e ku bernameyeke berfireh pêşniyar dike. Piştî ku Abdullah Ocalan sala 1999’an hate revandin û li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate bicihkirin, gelê Kurd û dostên wan li çar aliyên cîhanê ji bo çareseriya siyasî û wekhev a pirsgirêka Kurd, ji bo bidawîkirina tecrîd û dîlgirtina wî têdikoşin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo afirandina welatekî demokratîk, azad û wekhev berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî û hate gotin, “Em israr dikin ku Ocalan di mijara bidawîkirina tecrîdkirina Gelê Kurd û afirandina rewşeke aştiyane ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, dikare bi roleke sereke rabe.
Daxwaza me ya ji bo azadiya Ocalan, bi rêya pirtûkan digihêje derdorên siyasî û entelektuel ên cuda, bi zimanên cuda tên wergerandin û piştgiriya ji bo felsefeya wî zêde dibe. Banga me ya dawî ya ji bo azadiya Ocalan ji aliyê demokrat, parêzvanên aştiyê û aktîvîstan ve li çar aliyên cîhanê hate îmzekirin. Sedema vê yekê jî ew e ku fikirên wî di dil û mejiyê mirovan de deng vedidin.
Heta ku rejîma li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bê hilweşandin û em bigihêjin armanca xwe, em bang li her kesî dikin ku vê daxwazê xurt bikin.”