NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîd Dîdar derheqê her du fermandarê efsanevî de wiha dibêje:
“Azadî; bi ked, têkoşîn û hewildana mirov xwe bi xwe derdikeve holê û di vê wateyê de kêliyê ku bi heqîqetê re dibe yek e. Mirov di nava PKK’ê de wek pirpiroka çaremîn sotîneriya agir jiyan dike û vê ferq dike. Di vê wateyê de gelek heval ji bo min xwedan nirxê mezin in. Min qet heval Gulan nedîtî ye lê belê yek jî di nava hevalên Şehîd de di herî zêde ku li ser difikirim heval Gulan e. Ji bo fêmkirin û jiyanîkirina wê min her tim hewl da ku li ser heval Gulan lêhurbûn bikim. Bê guman di teyîsandina jiyanê de gelekî kêm mam lê belê, yek ji hevalên şehîd ku herî zêde mînak digrim û ser difikirim heval Gulan e. Wek gelê Kurd me pêvajoyên dîrokî jiyan kir. Wek şexs me bi xwe jî giranî û êşên vê demê gelekî jiyan kirin, bi taybetî jî di demên qirkirina Sûr û Cizîrê de.
Dibe ku pêvajoyên pêş me de dema dîrok van tişta binivîsîne lewra detayên wê û hestên ku di me de daye avakirin cûda bû. Lê belê hem li hêla kurd û Kurdistanê hem jî ji bo me ango ji bo şêrvanên azadiyê pêvajoyên ku me gelekî zehmetî kişand çêbûn. Ji bo gelê me soza me ya şoreşê hebû di vê aliyê de me nekarî ev soza xwe tevahî bi cih bînin. Lê belê di şexsê hevalên me yên şehîd de berxwedaniyên bê hempa hat jiyan kirin.
Yek jî pêşengê vê berxwedanê heval Çiyager bû li Surê gelek rêhevalên xwe re berxwe dan. Her demên ku min bi heval Çiyager re parve kirî de bi rastî ew ji bo minwek mamosteyekî bû. Heke ez çend vegotinan ji bo heval Çiyager bikim: bi rastî çawa ku heval vegotina wek heval Kemal Pir, Haki Karer, Mazlum Dogan dikin, di heval Çiyager de jî ruhê Apociyên berê pir zêde dahat jiyan kirin. Dema mirov lê mêyze dikir heval Kemal Pir dahat bîra mirov. Her tim di nava tevgerê de bû, diherikî, rihê şoreşgerî li pêş bû. Di pratîka Sûrê de jî derxist holê. Aliyê taktîkî de fermandarek jîr, jihatî û esnek bû. Di jiyana xwe de jî bi vê avayê bû. Xiluqdar her hêlê de li pêş bû… Rastiya Serokatî di kesayeta xwe de şênber kiribû. Bi hevalê wiha bandorker re jiyan kirin şansek e. Ez bawer dikim ev hêz bi Serokatî û şehîdan ve hatiye afirandin. Di nava rastiya PKK’ê de bi qasî ku mirov xwe hêzdar bike dikare tolhildana mezin jî dijmin bigre.”