NAVENDA NÛÇEYAN
Ajansa Anadolu ku di sala 2013’de ofîsa xwe ya yekem li Başurê Kurdistan vekir û ji aliyê rêxistina îstixbaratê MÎT a Dewleta Tirk tê birêvebirin, polîtîka weşanê a qanala Rudaw diyar dike.
Hat zanîn ku kesê weşanên Rudawê diyar dike berpirsê Ofîsa Başurê Kurdistan ê Ajansa Anadolu a kesê bi navê Salih Bilici ye ku ji nav refên PKK reviye. Salih Bilici ku hat zanîn ji nav refên gerîla reviye û bi rêya PDK derbasî Tirkiye buye, li dijî Tevgera Azadiya Kurd xebatên şerê taybet dimeşîne û di polîtîka weşanê a qanala Rudawê de jî xwedî risteke diyarkere.
TÊKİLİYÊN RUDAW Bİ AJANS Û QANALÊN DEWLETA TİRK RE
Yek ji qanala şerê taybet ku di Başurê Kurdistanê de tê gûhdarkirin-temaşekirin qanala Rudawe. Ji aliyê gelek kesan ve tê ziman ku qanala Rudaw girêdayî malbata Barzaniye. Li gorî ku hat ser ziman têkiliya di navbera Salih Bilici ku ji nav PKK reviye, bi hin pêşengên malbata Barzanî re xorte û ji ser wan têkiliyên xwe bi qanala Rudaw re dixebite. Her wiha hat zanîn ku gelek qanalên Dewleta Tirk ên ku bêyî destura MÎT weşanê nakin jî di Başurê Kurdistanê de li herêmên wek Hewlêr, Eynkawa û Duhokê ofîsên xwe vekirine.
Kesek bi navê Hayrullah Saruhan ku di Ajansa Anadolu (AA) berpirsê beşa Soraniye û ajansên din ên ku di Başurê Kurdistanê de ofîsên xwe vekirine de yek ji rayedar û xwedî risteke payebilinde, têkiliyên di navbera qanala Rudaw û ajans û qanalên wekî Ajansa Nuçeyan A Cihan (Cihan), Ajansa Nuçeyan A İhlas (İHA), AA, qanala TRT6 ku girêdayî Dewleta Tirkin de çê dike.
RUDAW Lİ SER GEL ŞERÊ TAYBET DİMEŞÎNE!
Qanala Rudaw ku girêdayî malbata Barzaniye di weşanên xwe de li ser tevahî gelê Kurd şerê taybet dimeşîne. Di êrîş û operasyonên dewleta Tirk ku li ser Gerîlayan dike de qanala Rudaw bi zimanê ku piştgiriya Dewleta Tirk dike bal dikşîne ser xwe. Gelek alî û kes ji ber weşanên Rudaw li ser torên civakî bertekên xwe tînin ziman û Rudawê wek duvikê MÎT’a tirk bi nav dikin.
Di operasyonên çêbuyî de Rudaw, hejmara şehadetên Gerîlayan ji ajansên wek AA û ji malperên artêşa tirk digre û bi zimanê Kurdî digihîne gelê Kurd. Li gel vê Rudaw di dayîna leşkerên ku mirine de jî gelek caran an kêm dide, an jî nade. Ev yek nîşan dide Rudaw, di weşanên xwe de ajansên girêdayî MÎT û Artêşa Tirk esas digre.