NAVENDA NÛÇEYAN
Azadî çiye? Azadî fikrandine, îradebûyîne, biryardayîne, hîskirin û manedayîne. Azadî di cewhera her zindiyekî de heye. Çawa ku mafê her zindiyekî yê jiyan kirinê heye, bi heman şêwazî mafê wî/wê yê azad jiyan kirinê jî heye. Civakekî azad heye an na? Pirsgirêka azadiyê kengî û çawa derketiye? Ji bo ku em bikaribin behsa civakekî azad bikin em berê xwe bidin dîrokê û nirxên dîrokê ku niha heqîqeta wan hatiye berovajî kirin meyze bikin. Di serdema civaka xwezayî de pirsgirêka azadiyê tune bû. Her kes azad û wekhev jiyan dikir. Pêşeng û rêvebirê civakê jin bû. Jin bi keda xwe, afrînertiya xwe, bi berpirsiyariya xwe ya xwezayî pêşengtî ji civakê re dikir. Em dikarin bibêjin fereseta ku di wê serdemê de hakîmbû azadî, edalet û eşq bû. Lewma ziman û tevgerîna wê demê helbestwarî bû. Zilam jî di nava civakê de cihê xwe digirit û xwe îfade dikir. Her tişt komînal bû. Dema em behsa civaka xwezayî û azadiya wê demê dikin nayê wê wateyê ku hîç pirsgirêkên wan nînbû. Lê ji bo ku pirsgirêka xwe çareser bikin ji hev hêz digirtin û hevpar çareserî digeriyan û pirsgirêkên xwe çareser dikirin. Lêhûrbûn li ser xweşikî, başî û afrînertiyê bû. Di pêşengtiya jin de gelek nirxên civakê hatine afirandin. Em dikarin bêjin ku civakekî afrîner û civakekî azade. Di wê demê de kesî negotiye em bi mîtolojiyê re mijûl bibin. Lê xeyalê azad yê bê dawî kirine û utopiyayê mezin bûne lewma karîbûn destanan binivîsînin. Ji xwe re xwedayekî hikimdar hilbijartine çi tiştê ku berhem daye di nav xwezayê de bi wan tiştan bawar kirine. Ne gotine em felsefe bikin lê lêgerîna wan ji bo manedayînê bê dawî bûye. Dîsa kesî negotiye em bi zanistê re mijûl bibin, lê gelek amûr keşif kirine û afirandine. Di wê demê de kesî pênaseya azadiyê nekiribû ji ber ku azad jiyan dikirin.
Jinên xwedawend gelek nirxên civakê afirandine, nirxên exlaqî û polîtîk û ji bo hemû mirovahiyê bûne. Zihniyeta zilamê serdest, desthilatdar, zayendperest heqîqata jiyana azad berovajî kiriye. Ji bo ku xwe bi sazî bike bi hemû hovîtiya xwe dest avêtiye nirxên jiyanê. Jinên xwedewend ji bo nirxên ku avakirine biparêzin gelekî şer kirine. Lê zilamê serdest bi zilimkarî, talan û hîleyên xwe êrîşî zihniyeta dayîk salarî kiriye. Bi vî awayî pêvajoyekî nû dest pê kiriye. Dîrok êdî bi zihniyeta zilam bi rêve çûye. Her ku çûye ev zihniyet xwe bi sazî kiriye. Roj bi roj kolekirina jinê hatiye korkirin, di şexsê jinê de civak jî hatiye kolekirin.
Sîstema desthilatdar bû sedem ku dîrok ji du aliyan ve berdewam bike. Ji aliyekî de îsrara jiyana azad û jiyana komînl, di aliyê dîtir de jî serwerbûna dersthilatdariyê û dagirkeriyê hebûye. Êrîşên pir dijwar li ser civakê hatine kirin. Gelek netew di nava dîrokê de hatine windakirin, gelê azadî xwaz hatine dagirkirin û gelek ol û maşwarî hatine tepsandin. Ji xwe piştî netew dewlet hatiye avakirin ahengî û armanca jiyanê ji rastiya xwe dûr ketiye Ruxmî her cure êrîşên desthilatdariyan jî gelek netew heta roja me ya îro li berxwe didin û şerê hebûnê dikin.
Yek ji wan gelên ku di nava berxwedaniyekî bê dawî de ye jî gelê kurde. Gelê di dest pêka mirovahiyê de heta roja me ya îro li ser vê erdîngariyê bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi hemû hebûna xwe jiyan dike. Bi fikir û felsefeya Rêber APO û bi pêşengtiya tevgera azadiyê pêşengtiya Rojhilata Navîn dike. Ji bo ku azadî û aramî mayînde bike, ji ber vê jî hemleyekî bi navê dem dema azadiyê ye daye dest pê kirin. Modernîteya kapîtalîst sîstema desthilatdariyê ye. Tehekum û qirkirinekî mezin li ser jinan dide meşandin û di peralela wê de jî xwe li ser civakê ferz dike. Bê ser û ber êrîşî jinan, ciwanan, xwezayê û bi gîştî civakê dikin. Ev jî pirsgirêka azadiyê roj bi roj kûr tir dike. Modernîteya kapîtalîst bi polîtîkayên xwe yên qirêj êrîşên pir hov li ser jin û ciwanan dide meşandin. Bi riya sex senaet û sporê dixweze enerjiya wan kontrol bike û mêjiyê wan pûç bike. Dîsa bi îdeolojiya xwe ya lîberal dixwaze azadiyekî sexte bi pêş bixîne. Dixwaze ciwanan bi azadiyekî sexte zîndanî bike. Ji bo her kesayetekî cihekî taybet çêdike, ev cîh wekî qefesekê ye. jiyana di nava wê qafesê de jî jiyaneke takekes û berjewandî pereste, lê dibêjin ku “di vê qafesê de tu azade tu di nava vê qafesê de çawa dixwazî jiyan bike tu azade” lê çima tu di nava vê qafesê deye? Ev qefes di destê kê deye? Pêwîste tu van lêpirsîn nekî! Sîstem dixweze ciwanên itîhadkar, gêj û bê lêgerîn ava bike ji bo wê jî hertim sînor û qaliban avadike nahêle kes van sînoran lêpirsîn bike. Taybetmendî û kesayeta jin û ciwanan pir dişibin hevdu. Enerjiya wan ê ku zû bi zû form nagre heye herikbare, nakeve nava qaliban de û her di lêpirsînê de ye. Rihekî wan yê azad heye. Ji jiyana takakes zêdetir, civakbûyîn û komînalbûyîn di kesayeta wan de li pêşe û dixwazin bikevin ferqa xwe û bi xwebûna xwe civakbûyîna xwe ava bikin. Ji ber van taybetmendiyên xwe yê dînamîk û lêpirsîvan zû bi zû sîstema modernîteya kapîtalîst qabûl nakin. Ji ber van sedeman sîstem pir dijwar li ser jin û ciwanan de tê. Bi şerê taybet berjewend perest nêz dibe û polîtîkayên pir qirêj dide meşandin. Carna bi polîtîkayên xwe yê neolîberal carna jî bi rêbazê herî kilasîk, feodal dixweze jin û ciwanan kontrol bike û bitirsîne.
ZEYNEB AMANOS