NAVENDA NÛÇEYAN – Başûrê Kurdistanê de kriza ekonomîk û pirsgirêkên civakî rojên derbasbuyî de vegerîya protestoyan û ev çend roje gelek bajaran de gel li ser piya ye. Civana diyar kir ku pirsgirêka esasî ne ekonomîke pisgirêka pergalê ye.
Piştê mudexaleya hêzên asayîşê ya awarte çalakiyên protesto hemû bajarara belav bû, zivirî serhildanê û dehan kes hatin qetilkirin. Her çiqa li serî de hat gotin ku bingeha pirsgirêka ekonomîke, 6 mehe mûçeyên karkera nayê dayin lê belê hat fêmkirin ku pirsgirêk tenê van ve sînordar nînin, dizî, ruşvet û gelemperî pirgirêkên pergalî buye sedemê hêrsa gel.
Ciwanên ku protestoyan de rola pêşengtiyê dilîzin diyarkirin ku ew li hember pergalê pir bi hêrsin. Bajarê Ranyayê de ciwanên bi navê Elî Emîn ku ji me re axivî diyar kir ku ev protesto naşibin yên berê, pirsgirêk ne tenê ekonomîke êdî partiyên heremî nikarin rewşê rêve bibin. Bajarên ku civan qadade ne yek jî Silêmanî ye. Ciwanê ku bi navê Dildar Mihyedîn got ku ew li hember pergalê pir bi hêrse û ciwan van çalekiyan de pêşengtiyê dikin û heta pergal neguhure ewên dev öalakiyên xwe bernedin.
Ev hemu tişt didin xuyakirin ku holê de krîz û kaosek heye û bingeha vê krîz û kaosê jî dîroka malbata Berzanî û KDP ye. Lêkolînên qadê de hetine kirin dide xuya kirin ku gel demeke dirêje ev pirsgirêk didît lê buyerên dawî bu sedema tevlêheviya mezin. Û diyar bû ku gelên ku tevlê çalekiya nebuye jî piştgiriyê dide çalekvana.