NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dest pê kir, di roja 17’an de bi tevlîbûnên nû dewam dike. Hevşaredara berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1’ê ya Kandira ya Kocaeliyê dîlgirtî ye, tevlî çalakiyê bû. Altûn bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku ew jî tevlî çalakiyê bûye.
Wekî din Sevgî Îlboga û Dîlan Barîn ên li Girtîgeha Oltû ya Erzîromê jî beşdarî greva birçîbûnê bûn.
Her du girtiyan bi daxuyaniyekê gotin, “Çalakiya me ya ku bêdem û bi dorveger tê lidarxistin, heta ku encamê bi dest bixe wê dewam bike. Me tecrîd, zext ti carî qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Em ê her tim li ber xwe bidin û bang li gelê xwe jî dikin ku her tim li ber xwe bide.”