NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û dijî zext û zordariyên li zindanan di roja 18’an de bi koma 4’an didome. Berxwedanvanê bi navê Sertaç Kılıçarslan ku li zindana Îzmîrê a Kırıklar ya hejmar F2 girtiye rewşa dawî a berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ji malbata xwe re ragihand. Di hevditîna bi riya telefonê ku berxwedanvan Sertaç Kılıçarslan bi malbata xwe re kiriye, behsa armancê çalakiyê dike û zextên dewleta tirk a dagirker li ser girtiyan tine ser ziman.
Berxwedanvan Sertaç Kılıçarslan di hevditîna xwe a telefonê ev agahî da:
“Em dibêjin êdî dem dema azadiyê ye, ji ber vê yekê em ketine greva birçîbûnê. Di sala 2012 û 2019 jî em ketin greva birçîbûnê, me digot bila tecrîd li ser Serokê me rabe. Niha em êdî nabêjin bila tecrîd rabe, em dibêjin bila Serokê me Azad bibe. Ji ber heta Serokê Gelekî azad nebe, ew gel jî azad nabe. Ev rastiyek e. Ma li dinyayê tê qebûl kirin ku Serokê Gelekî di zindanê de be? Ev yek li tu deverê nayê qebûl kirin. Nêzîkatiyên beramberî Serokatiya Gelekî nêzîkatiyê beramberî wî gelî bixwe ye. Ger Serokatiya wî gelî nayê qebûl kirin ew dem ew gel jî nayê qebûl kirin. Dema Serokatiya wî gelî azad bibe, ew dem bizanin ku wê ji bo wî gelî jî aşitî çêbibe. Wê şer xelas bibe, wê xweşî were, wê demokrasî were. Em ne tenê ji bo azadiya yek şexsî dikevin greva birçîbûnê, di şexsê Serokatî em ji bo azadiya tevahî gelê Kurdistanê û Tirkiye dikevin greva birçîbûnê. Ji ber vê pêwiste tevahî gelê Kurdistan û Tirkiyê li daxwazên me xwedî derkevin.”
GER DAXWAZÊN ME NEYÊN PEJIRANDIN WÊ ÇALAKÎ GIRANTIR BIBE
Greva birçîbûnê bê demê, lê bi dorvegere. Ger nêzîkatiyek erênî ji bo daxwazên me neyê, ew demê wê bibe bê dorveger. Wê ew dem girantir bibe. Ger civak hêstiyar bin, helwestên xwe nîşan bidin encax wusa azadiya xwe û ya Serokatiya xwe bidest bixin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Pêwiste civak jî bibe yek û xwedî derketinek çêbibe. Em jî tevlî vê pêvajoyê bune, moralê me, coşa me bilinde em keyf xweşin. Ji bo tevahî gelê xwe em silavan dişînin.
PANDEMÎ DIKIN HENCET, ZEXTAN DIJWARTIR DIKIN
“Dijmin pandemiyê dikin hencet, me ji nava 4 diwaran dernaxînin derve. Berê sohbet hebû, sipor hebû, ew jî niha tune. Ger pandemî be, çima rojnameya ‘Yeni Yaşam’ nadin me? Ev çi eleqeya xwe bi pandemiyê heye. Çima radyoyên me kom dikin, nivîsên me desteser dikin. Her tim tên ode bi ode digerin û me lêgerîn dikin. Ger pandemî hebe çima wûn wusa dikin? Her roj operasyonan dikin, derdora milet digerin wan binçav dikin. Di pandemiyan de dema nexweşî hebin mirov girtiyan berdidin, ew berovajî vê gel digre û dixin zindanê. Her roj bi hezaran leşkeran dibin operasyonan, kanî pandemî hebû qaşo. Di rewşên pandemiyan de li tevahî cîhanê şer tên rawestandin. Dewleta tirk tersî vê, hin jî xurt dike û germtir dike. Mersele ne pandemî ye.”