NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî çalakıya grevên birçîbunê bêhiquqiyên dewleta faşist berdewam dikin.
Axaftinê têlefona ên ku girtî malbatên xwe re dikin tên qutkirin.
Li diji tecrîta ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk tê, 27’ê Mijdarê de girtiyên PKK û PAJK’ê dest greva birçîbûnê kirîbûn. Piştê grevê her rojê ku derbas dibe de zextên li ser girtiyan zêde dibe. Mudur û gardiyanên faşist her roj bi hinceteki bêhuquqiyan li ser girtiyan ferz dike.
Ji gor agahiyên ku malbatên girtiya hatine girtin, dema ku dengê girtiyan dikeve hoperlorê têlefon li ser wan tê qutkirin.
Ji bo berxwedana zindana neyê bihîsandin û ji aliyê gel ve neyê zanîn ji aliyê malbatên ve hat diyar kirin ku ji bo pêşiya qeydê dengê girtiyan bê girtin rêveberiyê zindana serî li vê rêyê didin. Heman rêbaz demên berê jî hatîbun bikaranîn lê pêşıya xwedîderketina gel nehatibû girtin. Berxwedanên bê hempa derketîbun.