BEHDÎNAN – HPG’ê derheqê çalakiyê de ev agahî da:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li qada navbera Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gabarê ya li Şirnexê wesayîteke artêşa dagirker şopandin û 27’ê Nîsanê saet di 12.00’an de li dijî vê wesayîtê çalakiyek li dar xistin. Hêzên me bi rêbazê sabotajê li vê wesayîtê dan. Ev wesayît îmha bû û 5 leşkerên tê de mirin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên mirî ji qada çalakiyê hatine derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.”