NAVENDA NÛÇEYAN
Di dîroka pir gelan û netewan de ixanet hat yan jî tê jiyankirin, lê belê tu gelek yan j netewek qasî gelê Kurd bi îxanetê re rû bi rû ne ma ye. Hem ji aliyê navxweyi hem jî ji aliyên dostên xwe ve, ji bo vê yekê ji Kurdan re dibêjin ‘Gelêkî ku pir ixanetkarên wê hene’. Her ciwanekî Kurd ku bi ax, welat û civaka xwe we girêdayi ye dema gotina İXANETÊ dibihise di wi de êş, kîn û acizbûyînek mezin tê avakirin.
Çima?
Ji bo ku; kesên ixanetkar ax, welat, gel, civak heta malbat ji bo berjewendiyên xwe ji dijmin re difroşin û bi dijmin re hevkartî yên qirej dikin. Di wê xetê de ahlaq, şeref, namus û rûmet namîne. Ser vê esasê ji civakê yan tê qewitandin, yan ji helwest li beranberî wî tê dayîn. Her civakek rêgezên wê yê jiyanê hene. Rêgeza herî piroz tu ixanet li civaka xwe nakê, ango tu hevkarî bi dijminê xwe re neke, tu bi ti awayî zerar nadê wê civakê, hemû hewildanê te ser esasê parastina nirxên wê civakê ne.
Mixabin wek her yek ji me dizanê xeta îxanetê di diroka gele kurd her wek sihekî rex xeta Berxwedanê meşiyayê. Wek benişteki zeleqî mayê, wek urekî Kanserê ku xwe herdayim nû dike yê. Ti ciqas hewil dide jê derbixê ti dibine ku xwe hin zedetir belav û bi kok dike. Minaka herî berbicav û mezin Komplo ya navnetewî ya kul i ser Serokatî û di heman deme de li ser gele Kurd te meşandin bû. Eger kezen hevkar û ixanetkar di nav wî Komplo yê cihê xwe negirtibana, wê demê bi teqez ne mumkun bu ku Komployek li ser gele Kurd hatibana peşxistin.
Ji bo ku em wê xet û cina ixanetê iro rast fembikin pewiste em destpêkê bere xwe bidin dirokê. Roja iro di diroke de weşarti ye, dîrok ji di roja me iro xwe dide jîyankîrîn. Mixabin wek me anî ser ziman diroka kurdan bi wê xeta dijminatî ter û tiji yê. Ixaneta herî bercav ixaneta Harpagos li Astigages bû. B.Z. 550 Harpagos ixanet li Kralê Med Astigages dike û İmparatoryê teslimî dijminê xwe Persan dike. Ev İxanet di hişmendî ya kurdan de bicih buyê, ruxmê ku Harpagos birazîyê Astîgagesê desthilatdari ya Medan teslimi djimine xwe dike, wisa İxaneta yekemîn bi inkarkirina xwe destpê dike, ango bi redkirina nasnamê ya xwe pêşdikevê.
Her wiha di Serhildanên sedsala 20’emîn de ev xet herdayim rolek û politikayek giring ya binkeftin û kölekirina gelê Kurd leyisitiyê. Bingeha sereke ya ne azadbûyina gelê Kurd xwe ji wê xet û cinê digrê. Şêx Said hin dest bi isyanê nekiribû, hevkarên xayin bi dewletê hevkartîkirin û wisa isyan depisandin û bi vî awayî isyan ket bin kontrola dewletê û li ser gelê Kurd fermanek dan destpekirin. Disa Seyit Riza ji bo kesên ku lê ixanet dikin hat idamkirin. Dîrok nişan dide ku Katliama Dersim û Zilan taybet bi hevkarti ya xayinen kurd hat peşxistin û bî salanê dî dile kurdan de buyê kulek û eşek ku bi ti awayi nayê jîbîrkirin û wisa wek buyeren beyom di hafiza ye kurdan de bicih buyê.
Jiyan ji bo kezen ku ixanet dikin wek Komedî yê, lê ji bo kezen ku ixanet lê tekirin trajediyekê (nîvîskar)
Ev gewneşopi ya inkarkirine xwe di diroka Partî yê de domandî yê. Lê cara yekemin dî dîroka kurdan de li beramberî vê derketinek çêbuye. Rebertî hemberî wê xeta ku gele Kurd bî ihmhakirine ru bi ru hişti yê mertalek behempar avakir. Gelê Kurd ji bê nasnamebuyin û paşverutî ya xwe derket û xedî zanîst û irade bû. Serokatî nîşan da heta zihniyet ne wê qizinckirin, ti serkeftin demdirejî naminê. Edî berxwedan û tekoşina gelê Kurd ji nu ve zindî bu.
Ixanet ji rasti ya xwe revekê, buyina kesek dine encam ji insaniyetê durketinê.
Dema em behsa İxanetê Kurdan dikin, ez bawer dikim ku pir ciwan yên ku filme Ş. Beritan temaşekirinê tinin bira xwe. 1992 dewleta faşist ya Tirk bi alikarî KDP û YNK hewildidê Başurê Kurdistanê dagirbike û wisa ji Tevgera Azadî yê tasfiye bikê. Mixabin tê xuyakirin ku kezen xwe firotî û bê hiş yên ku xwe wek Kurd penas dikin rolêk mezin di wî şerî dixwazin bileyzin û ser vê esasê peşengtî ya wê qirkirina zarokên Kurd dikin. Ruxmê ku diyarê ku dewleta faşist ya dagirker bi zanebûn wî şere navxweyi dixwazê bide destpêkirin, Kurdên xwe firotî yen ku tenê berjewendîyên xwe yên şahsî û malbatî difikirin dibin amurê wî şerî û hemberî wê birakujî yê bi rehetî cavên xwe digrin.
Lê di wî şerî de Ş. Beritan kadera berxwederên Kurd bî taybet Jinên Kurd ji nû we da nivisandin, ji bo ku nekevê deste dijmin û ixanetkaran xwe ji Zinar ve avêt û bu simbola Berxwedanê. Ş. Berîtan bi diliya xwe bu ronahîyek di tarîtîya 5 hezar sal ya inkar û imhakirina li ser Jina Azad. Ş. Beritan seknek ku ji dirokê hesap dixwazê raber kir, hemberî diroka ixanetkar edî serî rakir û tola gel û jînên tekoşer hilda.
Dirok herdayim zindî yê û xwe pir caran dubarê dike, roja me iro ji em bi heman ixanetê ru bî rû manê. Dewleta faşist ya Tirk disa bi hevkarî ya KDP, bi hemû amuren xwe yen kirej jî nu ve eriş li ser xeta Berxedanê dimeşinê. Lê zarokên kurd edî carek dama azadî yê kirinê, edi ne gengaza ku dev je berdîn. Di Cenga Haftanin de di şahsê Ş. Rustem Cudî ew rihê Ş. Beritan ji nu vê zindi bû û beramberî ixanetkar ku hevkarî bi dijmin re dikin bû bersivêk behempa ya dirokî.
Kezen ixanetkar wek KDP ji berjewendiyên xwe yen basit hertiştî û herkesi karin bifiroşin. Ya mühim berjewendiyen wan yê malbatî û aşirtî ne. Ji bo we yeke wê rewşê wek ixanet nabinin, bilakis wê xetê bi dilekî rehet peşdixin. Di wan de xetek ku ji doh we razî û amade yê ku xwe bifiroşê heye. Dema nasnamê nemine kesayet ji naminê . Kesayet nebê wê deme insanetî ji nine. Ser ve esasê Kesayetên zaif û ketî ji aliye dijmin ve wek amurek ku ti kare kontrol bikê tên bikaranin, ev sedan salan siyaset û rebazên metingehkirinê ne.
Wek tê femkirin İxanetkirin di nav civakê buyerek ku bi teqez nayê qebulkirin, peki di rex wê Teslimiyet ci yê?? Teslimiyet ji ne ixanete?? Pir kes ji wê ye niha bejin raste ew ji beşek ji we ye. Pekî eger Teslimiyet ji ixanet be, cima helwestê me hemeberî we ewqas lewazin? Eger xeta İxanet ewqas zelal bê cima xeta Teslimiyetê ewqas şilo tê destgirtin? Yan ji em wisa bipirisin, acaba em ciqas di Teslimiyetê jiyan dikin??
Ji bo ku em bersiva wan pirsan bibinin pewiste em hinek ser kesayet û hişmendiya xwe rawestin.
Dema me ixanet anî ser ziman pewiste were zanin ku hemû ixanetên ku hatin peşxistin bi xwestek bi teqez ne hatin peşxistin, bê guman iradeya her insaneki ye, yê ku we xetê di hilbijere li peş deyê, lê bêguman pewiste were femkirin ku ixanet encama feraset û hişmendîyeke yê.
Di pêvajo yekê ku tekoşina hebun û tunbuyina gele kurd tê meşandin, pir ciwanên kurd xwe iro mafdar dibinin di wê pevaoj yê de rolek pasif û lihevkirî bileyizin.
Ev taybetmendi xwe sereke di cina burjuva ye piçûk dide bercav. Sistema Kapitalist Modernite bi felsefe ya passifizm ciwan xisti ye bin xefka xwe de. Di rewşek ku di milekî ciwanên qahrmanên wek Ş. Beritan û Ş. Rustem derdikevin peş di milê din de ciwanên ku xwe bi tevlibuyinekê calakiyek sivil terker dibinin, yan ji bi xwedi derketina kurdayetî wek calakîyek mezin destdigrin, em rû bi rû denê. Heta bi hinceta malbat, dibistan yan kar hin wê erka xwe ji pek nainin hene. Di wî şerê hebûn û tunebuyinê de ciwan pey xayalên saxtê û armancên picuk digerin. Tekoşina hebuyina xwe dixin rêza herî dawî. Ev bi xwere wê rastî ye tinê pasifbuyin xwe inkarkirinê, inkarkirin fiziki nebê ji di aliyê cand, ahlaq û insanetî de rebazêk xwe imhakirinê yê. Ji bo we yekê Sistema Kapitalist kezen ku xwedi netewa xwe dernakevin û di heman deme we kezimê picuk dibinê didê avakirin. Di heman demê hewildana we cinê ewê ku xwe bitijbinin celad yanî dijmınê xwe yê. Ser vê esasê jibirkirina nasname û cand ji xwerê armanc dike.
Di pevajo ya ku Parti ya PKK xwe dida avakirin ji aliyê dijmin ve gelê Kurd û taybet ciwanên Kurd nasnamê û rasti ya xwe dabû jibirkirin û civaka Kurd bi vê rastî yê ve hatibû teslimkirin. Serokatî bi avakirina Tevgerê ji nu vê ciwan ji wê cehaletê xilas dikê û bi redkirina sistema Kapitalist Modernitê û hişmendiya Baviksalarî ciwana bi rastî ya xwe re rû bi rû dihelê. Bi rastî ya jibirkirin ixanetê Serokatî civaka Kurd ji xewna xwe ya salanê hişyar dikê.
Disa ji aliyê ciwanan ve hemberî beadaleti, nehaki, û beahlakî tavir yan ji helwestek dernakevê, pewiste were femkirin ku em we rewşê tene bi rasti ya Kurdistane dest nagrin. Di hemû beşen jiyanê de iro ciwan bi ezezitî, cinsiyetcitî yê û faşizmê ye ru bi ru diminin. Lê hemberî wê Reflex tune yê. Eger iro pivanen civakbuyinê li Ewrupa û Metropolen Tirkî ber bi tunebuyine we diçin, teqez ev bingeha xwe ji we pasifbuyin û bê reflexbuyina ciwanan digre. Ev teqez nikare were inkarkirin. Ciwanên ku hemberi pirsgirekên civake xwe aktif berpirsiyar dibinin û tekoşin dimeşinin hemberî nasnamê ya xwe ya ciwantî ixanet nakin. Lê kezen ku we rol u misyone nagrin ser xwe li hemberî civake di xetek ixanetê de ne. Ev bi zanebûn yan ji bezanebûn ji bê ev hakikatekê. Ser ve esasê sistema kapitalist modernite wê xeta teslimiyete bi pasifbuyina ciwanan misoger dike. Serokati ser we esasê baldikşîne ser ve xete Pasifizm teslimiyete teslimiyet ji dibê ixanete. Ji bo vê Sîstema Kapitalist we xeta teslimiytê şilo û normalizê dikê ku tavirêk hemberî wê dernekvê holê û herdayim di bin tesira wê dernekê ji xwe esas digrê.
Pewiste ser vê esasê ne wê jibirkirin ku her ciwanêk bi hemû awayî hemberî wê sistema ku diji insanîyetê yê aktif helwestek raber bikê û hilweşandina wê pergalê ji xwerê armanc bikê. Taybet bi redkirina sistema kapitalist gavên serekê pewistê werin avakirin.
Bi sistema kapitalist jiyankirin û xwe wek keseki welatparêz yan ji Apoci nişandayin xefletekê dirokî yê. Bi redkirina dibistana dijmin û malbata paşverû xilasbuyina ji wê sistema dirutî gengazê. Xwe ji wê paradoksa ku Teslimiyêt nabê Ixanetê ya ku dijmin di me de dayê avakirin xilaskirin mijarêk serekê yê. Ser vê esasê gotina Şoreşgerê mezin Mazlum Dogan Berxedan Jiyanê pewiste bibê Felsefe û rihekî her ciwanêkî Sosyalist.
NUDA ELEFTERYA