Sozdar Avesta: Ez bi hezkirin û hurmet rêheval Beşîr bi bîr tînim

Endema Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ANF'ê re axivî

Peyama Avesta wisa ye:

“Li Şengalê pêşengekî civaka Êzidî û Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji nav me bar kir. Rêheval Hasan Dûtar (Mam Beşîr) şehîd bû. Ez bi hezkirin û hurmet rêheval Beşîr bi bîr tînim. Ji ber vê şehadeta ji nişka ve ez xemgîn im. Ez sersaxiyê ji bo malbata wî ya welatparêz, civaka me ya Êzidxanê, Rêber Apo,Tevgera Azadiyê û hemû heval û dostan dixwazim. Bi rastî jî em ne li benda şehadeteke wisa bûn. Vê şehadeta giran a piştî şehadeta rêheval Mam Zekî, Zerdeşt, Êzdîn, Pîr Hamît û Cîlo em gelekî xemgîn bûn. Heval Beşîr di temamî jiyana xwe de ji bo azadî, wekhevî, edalet û jiyaneke watedar têkoşiya. Heval Beşîr li derveyî welat jî tevî Mam Zekî bû kesên xwe bi fikr û felsefeya Rêber Apo kirin yek. Hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê û ya civaka Êzidxanê bi saya van pêşengan pêk hat. Heval Beşîr ligel temenê xwe wekî ciwanekî 18 salî bi moral, coş, manewiyat, hêvî û baweriyê şev û roj têkoşiya. Ji aliyekî ve peywira xwe ya welatparêziyê pêk anî û ji aliyê din ve jî di heman astê de di nav civaka Êzidî de têkoşiya. Wî du peywirên dîrokî dabû ber xwe. Li her qada Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wî bêyî fikar her cure peywir werdigirt û milîtanekî berpirsyar bû. Li gorî pêdiviyên civaka Êzidxanê wî li welat û derveyî welat her cure peywir stend. Di nava dîrokê de gelek caran ferman hate serê civaka Êzidxanê. Herî dawîn jî di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermanek pêk hat. Ji dema ku ferman pêk hat heta nefesa xwe ya dawîn, ji bo ku careke din li ser civakê fermanek pêk neyê, heval Beşîr têkoşiya. Him di rêxistinkirina civakê de, him di avakirina pergala xweser a demokratîk a Êzidxanê de, him jî di warê perwerdekirina civakê de, heval Beşîr berpirsyariya xwe bi cih anî.

Peymana li ser Şengalê ya du meh berê, ji bo qirkirina Êzidxanê ye. Wan dîtin ku civak êdî tune nabe, wê ji niha û şûnde xurttir bijî, wê vê carê tevî nasname, xweserî û parastina xwe bijî, wê êdî jin û zarokên Şengalê li bazaran neyên firotin, wê êdî gelê Şengalê koç neke û wê civaka Êzidî bi rûmeta xwe bijî. Bi vê peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an de xwestin civakê komple tune bikin. Heval Beşîr şehîdê vê berxwedana mezin e. Civaka Êzidxanê li welat û derveyî welat, bi taybetî li Şengalê li ser pêyan e û berxwedaneke mezin nîşan dide. Yek ji kesên ku pêşengtî ji vê re kir dil, ruh, aqil û perspektîf da vî tiştî jî heval Beşîr bû.

Heval Beşîr ligel temen û nexweşiyên xwe, her dem di nav têkoşînê de cih girt. Heval Beşîr li ser peywirê krîza dil derbas kir û şehîd bû. Bedena wî êdî ev tişt ranedigirt. Heval Beşîr têkoşîna rûmetê û alaya azadiyê dewrî me kir. Em civak û gelê Kurdistanê, civaka Êzidxanê û rêhevalên heval Beşîr em ê bibin şopdarên vê xeta rûmetê. Heval Beşîr jiyaneke tijî têkoşîn dewrî me kir.

LI SER BINGEHA MÎRATEYA ŞEHÎDAN ÊZIDXAN AVA DIBE

Li ser bingeha mîrateya şehîdan a Beşîr, Zekî, Zerdeşt, Berxwedan, Bêrîvan û hemû şehîdên Êzidxanê, Êzidxana mezin ava dibe. Divê dijminên Êzidxanê baş bizanibin ku, êdî tu derfet nemaye ku vê civakê  bikin kole. Êdî wê nikaribin me ji hebûn û rûmeta me dûr bixînin. Em ê bibin şopdarên Beşîr.

Em li ser axa pîroz heke kesek bi tenê bimînin jî em ê li ser şopa heval Beşîr û Zekî têbikoşin. Em ê tu êdî stûyê xwe nedin ber kêrê. Îro li ser civaka Êzidxanê qirkirinek heye. Civaka Êzidî bi vê berxwedana xwe vî tiştî pûç dike lê hinek kesên di nav îxanetê de ne, her roj ji bo qirkirina Êzidxanê bang dikin. Ev kesên dixwazin vê civakê ji holê rakin, di heman demê de berpirsê vê şehadetê ne.

Gelê me yê bi rûmet, malbata me ya hêza, civaka Êzidxanê hûn êdî xwedî rûmeteke mezin in, em bi we hemûyan serbilind in. Heta ku qehremanên we yên wekî Mam’ê we hene, wê tifaqa we mezin bibe. Hûn ê xwedî rûmet û nirxên mirovî bin. Divê hûn vî tiştî bizanibin. Şehadet mezin e, dilê me dişewita lê kesên ruhê wan ji bo azadiyê heye û bi xeyalên mezin dijîn, dikarin êşên mezin her dem veguherînin serkeftinê.

ÊRÎŞ JI KÛ VE BÊ BILA BÊ EM Ê SERÎ NETEWÎNIN

Çawa ku bi şehîdbûna Mam Zekî re ruhê derketî belavî hemû civaka Êzidî bû, îro jî di rêya Mam de berxwedan tê kirin, bi şehîdbûna hevrê Beşîr re jî wê Êzidxanekî azad, demokratîk û serbixwe pêk bê. Êrîş ji kû ve tê bila bê, em ê ti demê serî netewînin. Em ê ti demê rûmeta xwe teslîmî yeke din nekin. Ji bo vê divê tu kes jî bê hêvî nebe. Şehîdbûnên mezin mirovan bihêz dike. Hevrê Beşîr jî layîqî vê civakê û têkoşîna azadiyê bû. Şopînerê xeta Rêber Apo bû. Di sîstema Rêber Apo de nefes bi nefes têkoşîn kir. Hevrê Beşîr heta nefesa xwe ya dawî bi erkê pêk dianî, bi berpirsyar û tevlîbûna bi hêz dixiste meryetê, em ê vê têkoşînê bişopînin. Şengal rûmeta hemû Êzidiyan e, rûmeta hemû Kurdistaniyan e. Gelê Şengalê ne tenê ji bo Şengalê li ber xwe dide. Îro li dijî hemû tevgerên azadiyê êrîşên hovan e tên kirin. Li ser Rêber Apo tecrîdeke mezin heye. Li dijî gerîlayên azadiyê her roj bi destê xiyanetê û desteka hêzên derve êrîşê tên kirin. Divê her kes vê bizanibe; derfetê serketinê yê me ji her demê zêdetir niha heye.

DIVÊ XWEDÎ LI ŞEHÎDAN BÊ DERKETIN

Divê dijminê me vê bibîne û bizane; yek ji me şehîd bibe, bi hezaran li ser rêya wan pêngavên mezin tên pêkanîn. 35 sal in hevrê Beşîr nas dikim, me bi hev re têkoşîn kir. Me bi hev re çûn qada Serokatî û perwerde dît. Weke hevrêyê hevrê Beşîr heta nefesa dawî bi zanabûn û rêxistinkirî emê xwedî li bîranînên wî derkevin. Di serî de hevrê Beşîr, şehîdên azadî û şehîdên azadiya gelan, şehîdên Êzidxana Pîroz bi rêzdarî bibîr tînin. Bang li hemû ciwanên Êzîdxan û Kurdistanê dikim ku; divê hê zêdetir û mezitir xwedî li van şehîdan bê derketin, divê tevlî têkoşînê bibin. Bang li civaka Êzidî dikim; li kû dibin bila bibin, li ser vê xetê bi helwest, berpirsyarî û heskirina hevrê Beşîr ji her demê zêdetir tevlî kar bibin. Bang li yên xwe weke Êzidî dibînin, lê xwe ji civak Êzidî dûr dixin dikim, dev ji îxiyanet, bêrûmetî û bêkerametiyê berdin, cih li gel civaka xwe bigirin.

Divê dev ji rewaş koleyê dijmin berdin. Bang li malbata Mîr dikim, bang li meclîsa rûhanî dikim; olê we hatiye dîlgirtin. Mixabin hûn hatine dîlgirtin. Cih li gel desthilata ku vîna we dîl girtiye negirin, êdî cih li refên berxwedanê bigirin. Cih li gel aliyê heq û edaletê bigirin. Cih li gel ola xwe bigirin. Hew bibin pêlîskên van lîstikan cih li gel civaka xwe bigirin. Ev şehîdbûnên mezin fermanekê dide we. Divê êdî xwedî li keda şehîd Mam Zekî, Mam Beşîr, Egîd Civiyan û bi hezaran derkevin. Divê ji bo azadiyê têkoşîn bê kirin. Li ser vî bingehî bang li her kesê dikim ku xemgîniya xwe parve dikim. Şehîd namirin.”

Nivîsa Pêş