NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Serhedê daxuyanî da û ragihand ku li Amed, Êlih, Stenbol, Kocaelî, Adapazari, Agirî, Îdir, Îskenderûn, Edene, Wan û Sêrtê rêze çalakî kirine.”
Agahiyên li ser çalakiyan wiha hate rêzkirin.
“AMED
13’ê Kanûnê li navçeya Farqîn a amedê wesayîtek a girêdayî qeyûm û 14’ê Kanûnê jî li taxa Bahcelîevler a Farqîn a Amedê cîhanzê girêdayî şirketa GSM’ê hate şewitandin û îmahkirin.
ÊLIH
13’ê Kanûnê li Taxa Kultir a Êlihê li dijî mala fuhûşê çalakî hate kirin.
14’ê Kanûnê li navçeya Qûbîn a Êlihê li dijî du Tir’an çalakiyeke ya sabotajê hate kirin
14’ê Kanûnê li taxên Baxler û Petrol ên Êlihê 2 firoşkarên madeyên hişbir hatin cezakirin.
STENBOL
13’ê Kanûnê li Taxa Sûltanbeylî ya Stenbolê li dijî metroyê çalakiyek ya sabotajê hate kirin, şewat derket.
14’ê Kanûnê marketa Avcilar a Stenbolê hate şewitandin û ziyan berket.
14’ê Kanûnê li navenda Sîlîvrî ya Stenbolê 2 kamyon hatin şewitandin.
KOCAELÎ
7’ê Kanûnê li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Gebze ya Kocaeliyê 2 wesayîtên girêdayî MHP’iyan ên hevkarên faşîzmê ne hatin şewitandin û ziyanên madî bûn.
ADAPAZARI
11’ê Kanûnê li Hendeklî ya Adapazari li dijî navenda bêhnvedanê ya li ser rê çalakiyeke ya sabotajê hate kirin, ziyanên madî pêk haitn.
AGIRÎ
10’ê Kanûnê li Bazîd a Agiriyê li dijî du otelên karê fûhûşê dikirin çalakî hate kirin û zirarên madî pêk hatin.
14’ê Kanûnê li navçeya Bazîd a Agiriyê kamyona fîrmeya amûrên dijmin diveguhêstin hate şewitandin û ziyan gihiştê.
ÎDIR
6’ê Kanûnê li taxên navenda Îdirê li ser tecrîdê nivîsîn hatin nivîsandin.
ÎSKENDERÛN
9’ê Kanûnê li Bûlûttepe ya Îskenderûnê stasyona bazê hate şewitandin û rûxandin.
11’ê Kanûnê li Esnetepe ya Îskenderûnê 5 wesayîtên faşîstan hatin şewitandin û rûxandin.
EDENE
7’ê Kanûnê li taxa Aydinlar a Edenêeyê marketa AKP’iyan hate şewitandin û rûxandin.
14’ê Kanûnê li Sariçam a Edeneyê atolyeya tekstîlê ya girêdayî faşîstan hate rûxandin û zirar gehiştê.
WAN
13’ê Kanûnê li navçeya Westan a Wanê wesayîteke ya cerdevanê girêdayî hevkarên dijmin hate şewitandin û ziyan berket.
13’ê Kanûnê li navçeya Xaçort a Wanê li dijî wesayîta dijmin li nêzî goristanê çalakiyek ya bi bombeyên destan hate kirin û zirar pêk hatin.
SÊRT
13’ê Kanûnê li navçeya Berwarî ya Sêrtê li dijî nuqteya kontrolê ya ketina navçeyê bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin û pankart hate hildan.