NAVENDA NÛÇEYAN
Ciwantî bi lehça Kurmancî tê wateya bixêrûbêr,sipehî delal, bi lehça Soranî tê wateya xweşikbûnê, bi lehça zazakî jî tê wateya rengdêr û di her lehçê din de navek bi wate lêbarkirî ye. Di civaka Kurdan de di pênasê navlêkirinê de jî tê famkirin ku ciwan di statoya hebûna bixêrûbêr, sipehî, delal, xweşik û rengdêr de ye. Heta di islûbê meyî rojane de jî gotina `ciwan` di wateya şêrîn` de tê bikaranîn. Wexta em ji hevalekê ya da ji hevalekî hes dikin, hestê xwe bi `hevalê ciwan` didin teyisandin, ya da wexta hevalek temen mezin bi tevgere, zindî ye, bicoşe, em dibêjin `tu ciwan maye` yanî ev jî tê wateya ku hîn ciwantiya xwe di ruh te parasti ye. Jixwe Rêber Apo dibêje `ciwantî ne di beden de di ruh de ye`. Lê cewazîya pêvajoya ciwantî jî beden ciwane, ruh taze ye, ruh bi enerjiya beden hîn çalakti re. Ciwantiya di ruh de jî encax bi xeyal û hêviyên pêşerojê yên fikrî, felsefîk û bîrdozî têparastin. Ji bona vêna Rêbertî dibêje `min îxanet bi xeyalê xweyî zaroktî re nekir` ji ber bi ciwantî ji xeyalê zaroktî pêşerojek civakî û cîhanî da avakirin. Pêvajoya ciwantî ji temenê sala 15-18- heta 30-35 î nûner dike. Ev pêvajo ji hîjde û bi jor de pêvajoya ku ruh, fikir mejî, nerîn û nêzîkatî di kesayetê de dime ye, qalib digre û têdigihêje.
Ciwan sê merheleyan di hindirê kesayeta xwe de dihewînin; paşeroj, dema tê de dijî û pêşeroj e. Di vê wateyê de ciwan bi paşerojê koke, di dema tê de dijî çalakger û avakere û bi pêşerojê hêvî û bawerî ye. Ji ber paşerojê ji çîrokên rûsipiyên xwe zindî, zindî guhardikin, bi van çîrokan dema tê de pê jiyan dikin û pêşerojê pê ava dikin. Heger di malekê de ciwan nîn be, ocaxa wê malê vemirî ye, heger di malekê de ciwan hebe; ocaxa wê malê weke çira agirê zerdeşt pêketî ye. Roniya wî agirî hem ji malbatê re, hem ji derdorê re û hem jî ji civakê re hêvî, bawerî, cesaret û enerjî di de. Ji ber teybetmendiya ciwana ya herî dîyarker û balkêş enerjî, tevger, dînamîk û azadîxwaziya wan ne. Hele keçên ciwan be weke erda ku bi xemla biharê xemilîbe têdigihêje û weke gula ku bi vekirina pelê xwe bêhna xwe bide her derê, hebûna xwe bide hîskirin û zindîbûna xwe bi biharê re heyî bike dibe. Di heman demê de gerdûn çawa bi zayinên nû re her dinava çerxa guhertin û veguhertinê de zêde dibe; keçên ciwan jî ji bo zayîna hebûna nifşê nû zêde dike pîroz e. Ev rastî heta kuştina dayika xwedawenda didome û destpêka şikestina yekemîn; êdî bedena jin, zayîna jin, xwezaya jin ji pîrozbûnê tê lanetkirin û di hindirê mal û peresgehan de dîl tê girtin. Di heman demê de ciwanên xort jî ji hêza ewlehiya parastina civakê derdixin ya dikin leşker û ya jî dikin kole. Bi vê na ve hedefa desthilatdariyê rehê herikandina damara hêz û vîna civakê qutkirine. Ji ber civakek bi ciwanê xwe civake, civakek bi ciwanê xwe azad e. Lê niha ev şans ji destê civakê hati ye girtin. Ciwanê niha li gor demê bihûrî bêşans dinava zor û zahmet de dijîn û bi hezar pirsgirêkan re rûbirû hatine hiştin.
Di vê wateyê de rastiya ciwana li gor serdema civaka xweza, feodal û herî dawî heta niha jî di sedema Kapîtalîzmê de li gor pergal û berjewendiyê xwe hati ye teşekirin. Heta bi vê ve girêdayî li gor erdnîgarî, netew û civaka jî hati ye guhertin. Hemû rêveberên desthilatdar bi sîyasetek stratejîk û polîtîk nêzî ciwana bûne. Ji ber ciwana ne li gorî teybetmendî û pêwîstiyê civakê li gorî feraset û berjewendiyê xwe nêz dibin. serdema Kapîtalîzmê de dev ji pirsgirêkên ciwana berdin, ciwan bixwe niha bûne alozî û qeyranê ku tê de wenda bûne û nizanin çi dixwazin. Pir bi êşe ciwanê ku pira hêvî û bawerî bi paşeroj, kêlî û pêşerojê îfade dikin, çawa anîn vî halî ku ji heqîqeta xwe ewqasî dûr hatine xistin? Di bin vê na de çi rastî radizê? Armanc di şexsê ciwana de civakê ji hêz û vîna wan bixe. Bi qey her cewazên serdema her dewletê jî li gorî berjewendiyên xwe sîyasetek polîtîk esas girtine. Niha li Ewrûpa ciwan bi dû xeyalê sanal û azadiya sexte de tên xijiqandin. Wextê xwe piranî li ber telefon, Kompîtir, Înternet û teknîkên cûrbicûr xerç dike. Ciwanên li wext serwer niha bûne ciwanê ku bi dû wext de tên qedandin avakirine. Li Rojhilata navîn jî ciwan dinavberî nakokiyên pêwîstiyên zêde û aboriya kêm de asêmane. Di alyekî de dilbijartina pergalê û alyê din de hatina aboriya teng, xizantî, bêkarî û hwd bûye sedemê ku bi malbatê re, bi civakê re pirsgirêkê hevsengiyê bijî û ji tiştekî kêfxweş nebe, hebûna xwe di civaka xwe de nebîne, heta nirxê xwe biçûk bibîne û jê kesayetekî paradoxs û Kozmopolîtîk çêbibe pêşdikeve. Di encama wê de hem li Rojhilata navîn û hem jî li Kurdistanê ciwan di malê de ji ber pirsgirêkê debarebûna aborî de bi temenî neh û jor de dest kar dikin û zaroktiya xwe najîn. Niha pergalê ji bo hatina çavkaniya aboriya ciwana xwendin wekî tercîhekî pêşkêşkirine, ev delfet jî di ciwanên nêvyê civakê de nîne. Ev jî dibe sedem ku dinavberî ciwana û malbatê de nakokiyê hevsengiyê, fêrbûnê xerab, ji kêmayê pergalê bêhêvîbûn derkeve pêş. Pergalê hem azadî bi aborî ve girêdaye û hem ji pêre bêkarî zêdekiri ye. Ji ber vê yekê ciwan alozî û qeyranê dijîn. Ciwanekî dinava civakê de dewlemend be, malekî xwe hebe, erebekî xwe hebe ew azade. Lê ciwanê ku bi parastina civaka xwe, bi nasnama gelê xwe, bihestên welatê xwe dijiyan û reng vedidan; îro çawa dikare pirsgirêkê hebûnê, pirsgirêkê nasnamê, hestên welat û welatparêzî û heskirina gelê xwe jiyan neke? Ev rasti tişteki ne j rêzê ye. Bi plan, bername û demdirêj hati ye amadekirin.
Wekî ku tê zanîn di serdema post-modernîzma Kapîtalîzmê de ji bo mejî û hişê ciwanan dagrin û teşe bikin herî zêde şêwazê perwerda di çarçova qirkirina çandî de xistine dewrê. Niha ev jî bi rêya ilm û teknîk rê û rêbazê perwerdê jî hati ye guhertin. Perwerde di demên bihûrî de tenê di dibistan û zanîngeha de dihat danîn; lê niha perwerde tenê di çarçova dibistan û zanîngehan de bi sînor namîne, bi rêya Înternet, telefon, malper, tv. radyo û hwd bi gelek cureyên cûrbicûr kirine şêwazê jiyanê. Ciwan bi vê şêwazê jiyanê mezin dibin, ji dîrok civakbûnê qut dikin, ji koka wan dûr dixin, hestên wan ziwa dikin, fikrê wan pûç dikin, ruhê wan dicemidînin, enerjî û vîna wan bêbandor dikin, dilê wan heps dikin, ji moral û nirxên wanî netewî bêwate dikin û bi dû xeyalên cîhana sanal ya xapinokî de dikişînin hundirê pergala xwe û kesayeta wan bênasname şekil dikin. Hedef; bi vê na ciwana bi hêza xweyî hindirîn û cehwerî bêbawer bikin, bêhêvî bihêlin, di wan de baweriya serkeftinê bişkînin, bi tiştê biçûk razî bikin, ji sîyasetê dûr bixin, êdî tînin halekî ku kesayet ji jiyanê çi dixwaze ne dîya re û di encam de dev ji xwe ber di de û kesayetek reşbînî derdixe holê. Di vê wateyê de niha ciwan dinav pencê qirkirina zîhnî, fikrî, rûhî û fîzîkî de dihilin. Ev jî koletî û perçiqandina herî kûr e. Ji ber vê yekê Rêbertî navê pirtûka xweya pêncemîn kir `Parastina Kurdên di nav pencê qirqirina çandî de pirsgirêka Kurd û çareseriya Netewa demoratîk`. Di vir de Rêbertî baldikişîne ser mijara parastin ji qirkirinê û rêya çareseriya zîhnîyeta Netewa demokratîk. Ev jî encax bi şêwazê perwerdê ji pencê qirkirinê rizgarkirin nîşanî me di de. Di vê wateyê de her ciwan kesayeta xwe bi perwerdê zanekirin encax ji qirkirinê rizgar bibe û xwe biparêz e. Lê em wekî gelê Kurd hîn ciwan û zarokên me di sed sala 21. mîn de jî ji alyê dijminê xweyî zîhnîyeta qirker û dagirker tên perwerde kirin. Armanca perwerda dijmin ciwana bikin yê xwe û ji bo bikin yê xwe jî divê ji xwebûna xwe derkevin û ji nirxê civakîbûna xwe biyanî bibin. Bi teybetî jî pergala perwerda rejîma Îranê ya dagirker hîn bi hesabê polîtîk û zirav dimeşîne. Ciwanên ku dinav pergala perwerda dagikeran de dixwîninin tînin halekî ku êdî xwezayî dinava malbat û civakê de nikaribin bijîn û kesayeta wan di zîhnîyet de perçe, perçe dikin. Bi vê kesayetê hatina nava rêxistinê, pêwîstiyê perwerdê jî bi hemû ecîlyeta xwe rojevkirin ferz dike. Rêbertî bi şîyara `perwer de, perwer de, perwerde` di binê vê de sirrê serkeftinê veşartî ye. Grîngî dayîna perwerdê, tê wateya grîngî dayîna serketinê ye.
Di cîhanê de gelê ku herî zêde xwedî hêzek ciwana ye, gelê Kurd e. Lê îro rewşa ku ciwanê Kurd dijîn li ber çavane, ji nakokî û pirsgirêkên cûda, wekî aborî, sîyasî, şer, civakî û ya da bi xeyalê Ewrûpa koçberî bajarê Tirka û welatên Ewrûpa bûne. Berê rûyê ciwana li welat û gelê wan bûn. Lê niha sîyaseta qirkirina dewletên desthilatdar û dagirker welat li ciwana kirine cihê zor û zahmetî û jiyan lê kirine cehenem. Rexmê ku bîst û çar seetan di jêr zemînê erdê de di karxanê wekî testîl, xwaringeh û hwd kar dikin jî nikarin debara jiyana xwe û malbatî bikin. Pergala dagirkerî di cîhana ciwanê Kurd tenê dixwazin tekoşîna têrkirinê didin; bi pirsgirêkên aborî re mijûl bibin, ku di wan de lêgerînê sîyasî çênebin, nêzî tekoşîna PKK`ê nebin. Bi vî awayî dixwazin ciwanên li hemberî gelê xwe, welatê xwe, xemsarî, bêeleqebûyîn û hwd bidin avakirin.
Herî dawî wekî rêbertî jî dibêje `me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî jî bi serkevin` esasê bingeha tekoşîna netewa deokratîk e. Jixwe xwezaya ciwana nêzî teybetmendiyê şoreşgerên têkoşerin. Bi rastî di destpêka PKK`ê de heta roja îro maratonek ji destana ciwana hati ye nivîsandin. Em di alyê ciwana de tevgerek pir bi şansin, tevgerek pir bi rengin û tevgerek pir bi dewlemendin. Komaleyên tevgera ciwana li dijî dagirkerî û qirkirina sîyasetê li çîya, bajaran û kolanan di çalakiya qampanya de ne. Mijara sereke ala rêxistinkirina ciwana, parastina ciwana, perwerde kirina ciwana û hestên heskirina welat û welatparêzî bilindkirine. Êdî ji bo ciwan ji dagirkeriyê re bêje bese, yek rê heye; ew jî di ciwana de zanîsta lêgerînên azadiyê xurtkirine. Ev zilm û zordariya tecrîta ku bêqanûn û bêhûqûq li ser Rêbertî tê maşandin û her roj li ser sînorê Îran`ê di bin navê kolberan de ciwanên Kurd kuştin, li bakur bi sedan operasyonên binçavkirin û girtinê, li Rojava her roj êrîşên li ser ciwanên Kurd nayê pejirandin û sedemê tekoşînkirinê ne kû li beraberî vê êdî weke lehiyê dijmin dahf bidin û ruhê qampanya dem dema azadiyê ye biserxînin.
Yezda Havîn