BEHDÎNAN – HPG’ê dîmenên 2 çalakiyên hewayî Gerilla tv de weşand.
Em van dimenan ji we re parvedikin:
“Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 11’ê Kanûnê saet 11.00’an li Colemergê, li navçeya Çelê li dijî baregeheke qereqola Girê û heman rojê saet 13.45’an li Heftanînê li qada Bektorayê li dijî dagirkerên li Girê Koordîne bi amûrên hewayî yên bêmirov çalakî kirine. Di encama du çalakiyan de hedefên ku bi amûrên hewayî hatine diyarkirin derb xwarine û çalakî bi rengekî serketî bi encam bûne.”