Mam Beşîr emanetê axa welat bû

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate veşartin.

BEHDÎNAN – Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate veşartin.

Cenazeyê Mam Beşîr di destê sibehê de ji aliyê sedan kesan ji Xanesorê hate wergirtin.

‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ TÊKOŞÎNA WÎ’

Şervanên YBŞ’ê jî merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Tîrêj Şengalî di merasîmê de li ser navê YBŞ’ê axivî û got ku,”Di şexsê Mam Beşîr de hemû plan hatine pûçkirin. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna Mam Beşîr derkevin. Ji bo parastina destkeftiyên Şengalê em ê têbikoşin.”

Hisên Hecî jî li ser navê PADÊ bal kişand ser têkoşîna Mam Beşîr û got, “Ji bo azadiya gelê Kurd 37 salan têkoşiya. Xeyaleke wî hebû ku li kêleka Mam Zekî were veşartin.”

Sebriye Dûtar a ku hevjîna Mam Beşîr jî got ku “Bila serê gelê Kurd û yê Rêber Abdullah Ocalan sax be. Vî şehîdê me 37 salan têkoşiya. Ev ji bo rûmeta gelê Şengalê ye.”

Naîma Şemo jî li ser navê TAJÊ axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser xeta têkoşîna Mam Beşîr bin.

Piştî axaftinan cenazeyê Mam Beşîr hate veşartin. Li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan kon hate vedane û wê ev kon 5 rojan vekirî be.

Nivîsa Pêş