NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya şehîdên Xerzanê daxuyaniyeke nivîskî ve rêzeçalakiyên ku pêk anine weşand.
Yekîneyê diyar ku hêzên wan li Amed ,Wan, Agirî, Êlih, Sêrt, Îzmîr û Stenbolê hin çalakî li dar xistine.
Daxuyanî waha ye:
“Çi kesên faşîst ên di nav dewletê de û çi jî kesayetên sîxur ên li Kurdistanê, hemû ji bo welatparêzên me hedef in. Kesên fesad, civakê bera ber hev didin êdî wê di nav kategoriya dijminan de were dîtin û ew ê bersiva pêwist were dayîn.
ÇALAKIYÊN HATINE KIRIN
AMED
Di 14’ê Kanûnê de li Farqîna Amedê wesayîtê cerdevanê ji Pasûrê Mehmet Salih Yildiz hate şewitandin. Vî cerdevanî xwe wekî Tîma Xençerê dida nîşandan.
Di 16’ê Kanûnê de li Bismila Amedê kesê bi navê Ergîn ê ku tiryak difirot û li taxên Altiok, Bozkûrt û Esentepê agahî dida dijmin, hate cezakirin.
Di 17’ê Kanûnê de li Yenîşehîra Amedê kesekî bi dijmin re dixebitî û navê partiyê bi kar dianî hate cezakirin.
WAN
Di 16’ê Kanûnê de li TOKI’ya Edremîta Wanê kesekî ku li ser navê partiyê antîproganda dikir û xwe welatparêz dida naskirin jî hate cezakirin.
Di 17’ê Kanûnê de li Abdurahmangaziya Tûşbaya Wanê kesê ku tevî polîsan karê fihûş û tiryakê dikir hate cezakirin.
AGIRÎ
Di 16’ê Kanûnê de li Bazîda Agiriyê li dijî mala fihûşê çalakî hate kirin.
Di 16’ê Kanûnê de li Taxa Firatê ya Agiriyê kesên karên tîryakê dikirin hatin cezakirin.
ÊLIH
Di 17’ê Kanûnê de li Taxa Hîlalê ya Êlihê kesê ku karê tiryakê dikir û di heman demê de derbarê taxê agahî dida dijmin hate cezakirin.
SÊRT
Dİ 16’ê Kanûnê de li Taxa Barişê ya Sêrtê kesên tiryak difirotin hatin cezakirin.
ÎZMÎR
Di 16’ê Kanûnê de li Bûcaya Îzmîr TIR’a kesekî AKP’yî hate şewitandin.
STENBOL
Di 14-17’ê Kanûnê de li navçeyên Sûltangazî, Okmeydani, Aksaray, Haciahmet, Sûltanbeylî û Kartala Stenbolê li dijî firoşkarên tiryakê çalakî hate kirin.”