NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihanê me Can Elewî di derheqê êrişên dewleta faşist a tirka de li bajarokê Zirganê gel re axivî û bertekê gel pirsî.
Di derheqê mijarê de welatiyê bi navê Taha Hiso diyar kir ku ew bi her curê listikên dewleta Tirk re rû bi rû ne û ferqa van lîstikande ne. Disa li hember êrîşan amadekariya wan ji heye. Hiso diyar kir ku dewleta faşist a Tirk dixwaze bajar vala bibe lê gel li hember vê şiyar e û ewên neyin listokeke wisa.
Welatiya jin ya ku bi Delal’ê ji got ku ev sal niveke û taybet ji çend rojên dawiyê de dewleta Tirk erişên bi tund li ser bajarê wan dike. Ew dizanin ku armanca dewleta Tirk valakirina bajare lê piştê êrişa gel zêdetir xwediyê bajarên xwe derdikevin. Jina ciwan diyar kir ku ew li hember hemû êrişan amade ne û bi tedbîr in.
Welatiyê Ereb ê ku navê wê Mihemed jî wiha got: Ev nêzî sal û nîvek êrîş li ser me tê kirin, destpêkê gel derketibûn ji Zirgan, lê pişt re herkes vegeriya mala xwe û kar û barê xwe, gelek caran li ser me bombebaran tê kirin, li ser cihên u gel têde dijîn. Em bang li hêzên navdewletî dikin da ku çareserî ji van êrîşan ser gelên sivîl tê kirin re bibîne.
Em wek gel me got ku em dest bi dest bi hevre bin, em dev ji mal û bajarê xwe bernadin û amadene ji her erkê ku li ser milê me pêwîst ku em pêk bînin.
Ehmed Ebdullah jî diyar kir ku, êrîşên dagirkeran bi armanca şikandina vîna gel tê kirin, em li vir teqez dikin ku emê jiyana xwe bidomînin, em xwediyên vîneke xurt e, wa berçave e gelê Zirganê vegeriya cih û warê xwe û jiyanê didomîne. amadekariyên me ji bo şer pir e, û wek gel ya girîng moral û manewiyat, em gelekî xwediyê manewiyat in, û emê li ber hemû êrîşan bisekinin.