NAVENDA NÛÇEYAN – Du ciwanên ku tevlê PKK’ê bibûn ajansa me re axivîn.
Ciwanên ku bi navê Kurdistan Amed û Erîş Umut wiha gotin:
“Navê min Kurdistan Amed. Ez Bismilî me, Qoserê tevlî bûm. Hêrsa min li hember dijmin xurte. Dijmin dixwaze li hember gelê me qetlîamê pêk bîne, tecavuzê jina dike, tiryakê dide ciwanê me wana bi jehr dike. Dixwaze vê bavêje li ser PKK’ê lê tenê xwe dixapîne. Dibêje ezê PKK’ê biqedînim. Tu nikarî PKK’ê biqedînî, PKK gel e. Keşfê xwe balafirên xwe dişînin li ser me. Ew teknîka xwe em jî felsefa xwe, fikrên xwe derdixin pêş. Em ji bo azadiya gelê kurd û azadiya Serok Apo tevlêbûn. Emê bibin gerilayê çar perçê Kurdistanê.”
“Navê min Erîş Umut e. Ez di sala 1998’an de Qoserê dayik bûm. Sedema tevlêbûna min li bandorbûna fikrê Serok Apo bû. Em tola şehîdên xwe erdê nahêlin. 43 sale tekoşîna partiyê berdewame. Emê serbikevin. Dewleta tirk dixwaze nirxên me ve bilîze. Tiryak û heban ve dixwaze ciwana bixe. Ez malbata xwe re dıbêjim. Em milîtanê serok Apo ne. Bıla serê we bilind be. Emê teqez serbikevin.”