NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, çalakiya xwe dewam dikin. Çalakî bi koma 5’emîn di roja 25’an de ye.
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Tevbigere” de ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan, li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê dirûşmên “Li zindanan berxwedan heye”, “Bijî berxwedana li zindanan”, “Tecrîdê têk bibe, faşîzmê parçe bike” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” nivîsandin.