(BERDEWAMA NİVÎSA DOH)
NAVENDA NÛÇEYAN – Pilana parçekirina axa kurdistanê ku di hevpeymana lozanê û di qesra şêrîn de hatine kirin de jî, bi armanca tunekirin û perçekirina kurdistanê bû, di heman demê de di perçekirina kurdistanê de xwestin bi sînoran kurdan di ruh de parçe bikin. Her dewletekê parçeyek xist bin desthiladariya xwe û xwestin kurd bûnê tune bikin. Her wiha kurd kirin ayîdî dewletan û berhemên heyî jî xistin xizmeta desthilatdaran. Hemû berhemên ku ji bo berjewendiya gel bûn
dewletê dizî û ji bo xwe kirin milk, civak jî feqîr û birçî hîştin. Polîtîkayên ku dijmin bi salane li hember gelê kurd bi kar tîne polîtîkayên ku bikaribe kurdan ji hemû aliyan ve qir bike. Ne tenê di roja îro de di dîrokê de jî xwestin hebûna kurdan ne tenê li cîhanê di giştî gerûnê de nehêlin. Ji bo ku kurdan ji hafîzeya gerdûnê derxînin û careke din kes behsa kurdan neke, dijminê xwînxwar di hemû pirtûkan de navê kurdan rakirin û di hemû stran û destanên ku behsa qehremantî û berxwedaniya gelê kurd dike jî qedexe kirin. Polîtîkaya bi xwe, xwe qirkirinê dan pêşiya ciwanên kurd. Edî ciwanên kurd ji zimanê (kurdî-kurmancî) dûrketin, di heman demê de çanda ku bi hezaran salan hatiye heya roja îro bi çûk dibînin, ji ber cil û bergên kurdî şerm dikin û gihîştin asta înkarkirina kurdbûna xwe. Êdî ciwan bi zimanê Farsî, Erebî, Turkî û HWD axivîn û zimanê xwe ji bîra kirin û ev yek wekî mijarekî serbilindiyê dibîne. Wekî ku me li jorê jî behs kir kurd bi çanda çandiniyê û bi axê re mijûlbûnê tên naskirin û li ser vî esasî heya roja îro hetiye, lê ciwanan ev keda bi hezaran sala ji bîra kirin û berê xwe dan jiyana kapîtalîst ku xwe herî zêde di bajarên mezin de bi cîh kirine. Em baş dizanin ku teknîka ku modernîteya kapîtalîst daye pêşya ciwanan, ji bo ku ciwanan pêşbixînin û civakê azad bikin nîne. Tam tersî wê bi wê teknêkê jiyana ciwanan bê hest, heskirin û bê ruh kirine ne ciwan bi civaka xwe bipirse ne jî erkên ku pêşengtiyê ji civakê re bike pêk bîne. Heskirin jî bi qasî ku bikeve navbera du kesan de biçûk û bê nirx kirine, bi vî awayî nirxên mirovahiyê jî tune dikin. Di welatê ku dijmin her roj pilana tunekirina kurdan ferz dike, rojane bi dahan komkojiyan pêk tîne, her roj mirov tên sêdare kirin, jin tên tecewîz kirin û qetil kirin, bi îşkence ve gel tê terbiyekirin û xwîn tê rijandin.
li hember ewqas destdirêjiya dijmin li ser welat çawa ciwan dikarin heskirinek ji rêzê saxte û tenê ji kesekê/î re bikin? Wekî ku Rêberê Gelan Rêber APO dibêje “dema ku kesek dest bavêje hêlîna çukê di wê hêlînê de hêka xwe nake û terk dike” dema ku çuk dibîne hêlîna wê ne di ewlehiyê de ye hêka xwe jî di wê hêlînê de nake. Wê demê yê herî zêde bê (hêlîn) bê welat hatiye hêştin gelê kurde. Gelê kurd ji nasnameya xwe ya kurdbûbê dûrketiye û hebûna kurdan hatiye înkarkirin. Wê demê ciwanên kurd çawa dikarin ji kesekî hezbikin û li welatê ku ji dest hatiye girtin de mala xwe ava bike. Divê her kes bizanibe ku hebûna me bi hebûna welatê me ve girêdayî ye. Tekoşîna ku Rêber APO bi salane li hember dijmin dimeşîne ji bo hebûn û xwebûna gelê kurde. Ji bo ku careke din hest heskirin û hêvî di gel de ava bike û rihê welatparêziyê di gel de xort bike, li hember sîstema kapîtalîst têkoşiya ye. Rêber APO rihê derwêş û edûlê careke din di kesayeta milîtanên APO yî de gerîlayên azadiyê de, di rihê Zîlanan û Egîdan de zindî kir di heman demê de rihê zerîfe û elîşêran û rindê xanan di nav gel de di kesayeta Ferzad kemanger, Îqbal mûradî, Mehmed tunc û Dayîka taybet avakir. Hemî serkeftinê ku dîrokê de hatiye kirin ji ber rihê ku Serokatî di gel de avakiriye û gêrêdan bûna welat di ciwanan de xurttir kiriye. Êdî gelê kurd li kur dibe berê xwe dide ax û welatê xwe. Ev jî ji dijmin re dibe metirsiyek pir mezin ku rojane êrîşên xwe berdewam bike. Bi rihê ku serokatî di gel de ava kiriye hemû teknîka natoyê ku wekî dijminikî rojane li hemberî me bi kar tîne vala hatiye derxistin. Gerîlayên ku ji bo welat şer dikin û li ser fikir û felsefeya Rêber APO felsefeya jiyana azad jiyan dikin bi tarz û sekna jiyana xwe ve hemû teknîk û êrîşên dijmin vala derxistine û pûç kirine. Di heman
demê de gelê kurd li hember êrîşên dijmin girêdanbûyîna xwe bi Serokatî û gerîla ve dide nîşan dan û rihê welatparêziyê ji nû ve zindîkirin. Mînaka herî şember jî şoreşa Rojava ye ku gel ji bo ku axa xwe biparêzin li hember dijmin şerkirin û gelek kesên ku ji bo axa xwe biparêzin gihan asta şehadetê. Dema ku dijmin van serkeftin û pêşketinan di gelê kurd de dibîne bi hêrs dibe û bi rengekî wehşî êrîş bi ser gelê me de êrîş dike, hemû berhemên gel dişewitîne û talan dike ciwan û jinên ciwan ji bo ku ji xwe re bike sîxor û li hember welatê xwe gelê xwe şerbikin, bi madiyet, teciwiz û bi jiyana erzan ve wan perwerde dike, ji xwe re dike sîxor. Encamên ku dijmin di roja îro de jî digere ji ber sîxortiya di nav gelê me de ye. divê her ciwanek ji xwe bipirse karê ku dike dikeve xizmeta kê? Eger nakeve xizmeta welat û gel de wê demê ji rihê welat parêziyê dûre. Tişta ku dijmin ji ciwanan dixweze tunekirina dîrok û kurdbûyîna welatê xwe dûrketin û berê xwe dane jiyana erzane jiyana modernîteya kapîtelîste, lê divê erkê ciwana ya demê serî li hember jiyana sîstemê rakirin be neketina xefka sîstema kapîtalîst be. Divê ciwan li ser dîroka xwe lêkolîn bikin ji bo ku pêşeroja xwe jî ronî bikin û li hember hemû êrîşên ku ji aliyê dijmin ve bi ser me de tên erka parastinê bigrin. Walatê te namûsa te ye welatê te jiyan û kerameta te ye, ji ber ku bê welat jiyan nabe tu jî berê xwe bide welatê xwe.