NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe 27’ê Mijdarê dabûne destpêkirin di roja 27’an de bi koma 6’an didome.
Girtiyan gotin, ”Dema dema azadkirina Rêbertiya me ye. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bi temamî rabe, heta ku binpêkirina mafan ên li girtîgehan rabe wê bi coşî û moraleke zêde wê çalakiyên me bidomin.”