NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ronahî Botan li Amed, Êlih, Wan, Agirî, Sêrt, Bedlîs, Stenbol, Balikesîr, Konya, Tekîrdag, Kocaelî, Edene, Mêrsîn û Îskenderûnê hin çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku faşîzma AKP û MHP’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kiriye û got, “Bi vê re dixwazin îradeya gelê me jî bişkînin.
ÇALAKIYÊN HATINE KIRIN
AMED
Di 19’ê Kanûnê de li Farqîna Amedê li dijî wesayîta fermî ya trafîkê ya herêmê sabotaj hate kirin.
Di 19’ê Kanûnê de TIR’a Has Ceren Lojîstîk a plakaya wê 42 bû, tevî malzemeyên di nav de hate şewitandin.
Di 21’ê Kanûnê de li Taxa Selahhatîn a Farqînê TIR’a bi plakaya 68 AG 169 hate şewitandin.
Di 21’ê Kanûnê de li Taxa Ferîdûn a Farqînê trafoya elektrîkê hate şewitandin.
Di 22’ê Kanûnê de li Taxa Yenîşehîrê ya Amedê li dijî firoşkarên tiryakê çalakî hate kirin.
Di 22’êKanûnê de li navçeyên navendî yên Amedê xebatên nivîsandina nivîsan hate kirin.
ÊLIH
Di 18’ê Kanûnê de li Hezoya Êlihê 3 wesayîtên faşîzmê hatin şewitandin.
Di 19’ê Kanûnê de li Hezoya Êlihê trafoya elektrîkê bi sabotajê hate teqandin.
Di 19’ê Kanûnê de li baxçeyê dibistana Selçûklû ya Êlihê mudaxeleyî firoşkarên tiryakê hate kirin û cezakirin.
Di 20’ê Kanûnê de li taxên Seyîrler, Hîlal û Ondokûz Mayisê ya Êlihê ji bo greva birçîbûnê li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin.
Di 21’ê Kanûnê de wesayîta ku karkerên qeyyûmê şaredariya Êlihê dibirin kar, hate teqandin.
WAN
Di 19’ê Kanûnê de li ser rêya Demokrasî ya Bostanîçiyê agir hate vêxistin û slogan hate berzkirin. Polîsên dijmin xwestin bi gaza îsotê mudaxele bikin lê yekîneya me bi teqemeniyên bi destan li polîs û wesayîtên wan da, şer demeke dirêj domiya.
Di 20’ê Kanûnê de kamyona qeyyûmê Karşiyakayê ya Wanê hate şewitandin.
Di 21’ê Kanûnê de bi teqemeniyên bi destan û çekên ferdî li Qerekola Polîsan a Sixkeyê hate xistin.
AGIRÎ
Di 20’ê Kanûnê de li navenda Agiriyê kamyona endamekî AKP’ê hate şewitandin.
Di 21’ê Kanûnê de li navenda Agirî û navçeya wê Bazîdê tekerên wesayîtên endamên AKP’ê hatin teqandin, kaportayên wê hatin xêzkirin.
SÊRT
Di 19’ê Kanûnê de li navenda Sêrtê û Misircê li ser dîwaran xebatên afîş û nivîsandina nivîsan hate kirin.
Di 20’ê Cotmehê de li Taxa Conkbayirê ya Sêrtê kepçeyeke qeyyûm hate şewitandin.
BEDLÎS
Di 22’ê Kanûnê de li Tetwana Bedlîsê kepçeya Rêya Bejahiyê hate şewitandin.
STENBOL
Di 19’ê Kanûnê de bi teqemeniyên bi destan li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Başakşehîrê hate xistin.
Di 20’ê Kanûnê de li Feneryolûya Bostanciyê sê wesayît hatin şewitandin.
Di 20’ê Kanûnê de li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê bi teqemeniyên bi destan li wesayîta zirxî ya Akrep hate xistin.
Di 21’ê Kanûnê de li Bagcilara Stenbolê bi teqemeniyên bi destan li komeleyea MHP’yiyan hate xistin.
BALIKESÎR
Di 19’ê Kanûnê de li navenda Balikesîrê TIR’eke faşîstan hate şewitandin.
KONYA
Di 16’ê Kanûnê de li Cîhanbeyliya Konyayê wesayîta fermî ya trafîkê hate şewitandin.
Di 21’ê Kanûnê de li taxên navendî yên Konyayê pankartên bi bombeyên deng hatin daliqandin.
TEKÎRDAG
Di 17’ê Kanûnê de li Çorlûya Tekîrdagê li parka kamyonan du wesayîtên mezin hatin şewitandin.
KOCAELÎ
Di 20’ê Kanûnê de li Gebze Daricaya Kocaeliyê dikana kesekî faşîst ê malzemeyên wesayîtan difirot, hate şewitandin.
EDENE
Di 20’ê Kanûnê de li Pozantiya Edeneyê marketek û li Sariçamê jî du wesayît hatin şewitandin.
MÊRSÎN
Di 22’ê Kanûnê de li Sîlîfkeya Mêrsînê trafoya saziya elektrîkê û îstasyoneke bazê ya şîrketa GSM’ê hatin şewitandin û îmhakirin.
ÎSKENDERÛN
Di 19’ê Kanûnê de li taxên Esentepe û Pacê yên Îskenderûnê tekerên wesayîtan hatin jêkirin û teqandin.