TIL TEMIR – Meşê de Ciwan ajansa me re axivîn
Meşa Dirêj ya ciwanên herêma Cizîrê berdewam dike. Meşê de nuçegihanê me Can Elewî nêrÎnê ciwana girt. Ciwanê ku bi navê Alan Bêkes diyar kir ku armanca meşa wan li dijî politiqayên ku tinekirina kurdan ya Erdoğan e. Erdoğan bakur da zextên giran li ser kurda dika. Minaka wê ya herî dawî Leyla Guven bû. Disa êrişen dewleta tırk li ser tevahiya Rojava êrîşên qirkirinê ye. Taybet êrîşên li ser Eyn Îsayê em şermezar dikin. Emerika û Rusya jî hevkarên van Êrişane. PDK ji Derikê de êriş dike. ji ber vê PDK jî hevkar e. Emê destûr nedin ku kurd zêdetir perçe bibin.
Ciwanê ku bi navê Bîlal Hesen ji got ku armanca wan protestokirina êrîşên li ser Eyn îsa ye. Fikrê Serok Apo vê welatê de belav buye. Armanca Erdoğan esasî tunekirina vê fikrê ye.
Endama tevgera ciwana Heval Newroz jî li derheqê meşê de wiha got: ev meşa me yê 7 roja berdewam bike. Sedema ku em Tiltemirê destpêdikin Dêrikê diqedînin jî êrişên ku li ser van her du bajara ye. Disa êrîşên PDK’ê yên liser Dêrîkê jî encama hevkarî û îxanetê ye.