DEYRA ZOR – Meclîsa Ciwanên Hecînê bi beşdariya ciwanên ji Firat, El-Şefa, Sosê û Baxozê yên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê û gelek endamên meclîsa herêmî daxuyaniyek da. Endama Rêveberiya Meclîsa Ciwanên Hecînê Rene El-Salih daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ciwanên Dêra Zorê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Eyn Îsayê şermezar dikin. Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku di encama van êrîşan de sivîl bûn qurbanî û nexasim jin û zarok.
Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku ew wek ciwan wê li hemberî dijmanayî, zilm û îxanetê bisekinin.