AMÛDÊ – Piştî ku meşa dirêj a ciwanên herêma Cizîrê bi saatên vê êvarê ve gihişt bajarê Amûdê, Roja 2mîn a meşa dirêj bi coş û moralek mezin bi dawî bû.
Tê zanîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn îsa û li dijî îxaneta PDK û ji bo piştgiriya berxwedana zindanan meşek dirêj ji bajarê Til Temir heta Dêrikê ve daye destpê kirin. Meş di roja xwe ya yekem de ji Til Temir xwe gihand Hesekê, vê sibehê jî ji Hesekê destpê kir û vê êvarê gihişt Amûdê.
Di roja duyem de bi coş û moralek bilind ciwanan ber bi armanca xwe ve meşiyan. Her wiha gel bi manewiyatên mezin û bi hêvîdartî ciwanan pêşwazî dikirin û çalakiya wan silav dikirin û tevlî meşê dibûn.
Tê diyar kirin ku meş wê 7 rojan ber bi Dêrikê ve bidome.