(Berdewama nivîsa doh)
Êrîşa modernîteya kapîtalîst li hemberî şoreşê
Tenê sê sal şûnda li keleka Emerîka (DYE) li welatê Kûba di bin pêşengtiya Che Gîvara û Fîdel Castro şoreş çêdibe û Amerîka û hêzên emperiyalîst a cîhanê gelekî ditirsin. Lê ne tenê li Vîetnam û Kûba li pir welatên din jî şoreşên sosiyalîst serdikevin û roj bi roj fikirên azadî û wekhêvî di nava gelên bindest de zêdetir belav dibin.
Pistî şerê cîhanê duyemîn êdî Emerîka rola pêşenktî ya emperiyalîzm ji bo xwe hilbijert ji ber ku di nava şer ku navenda vî Ewrûpa bû zêde zarar nedît lê li Almanya Fransa Brîtaniya û hwd. hemû endûstrî û sîstema aborî xerab bû. Li ser vî esasî Emerîka serkeftina Vîetnam û gelên din qabûl nekir û dest pê hamleyekî kir. Li pir welatan darbên eskerî kûştina însanan û hêzên weşartî pêşxist lê ji bo Vîetnam biriyar da ku leşkerên xwe dişîne welate wan. Ne kêm 600 000 leşkerên xwe dişîne Vîetnam ji bo xistina şoreş e. Di heman demê de şoreşgerên Vîetnam hemû çûn bakurê Vîetnam û loma Emerîka ket başûrê Vîetnam. Li başûrê Vîetnam artêşekî ya îxanetciyan avarkir ji bo li hemberî gelê xwe li hemberî xwişk û birayên xwe şer bikin. Ev artêş jî hejmara vî nêzî 600 000 bû. Li hemberî îxanet û hevkarî Vîetnamê bakur hamleyelî da destpêkirin û di sala 1961 û şûnda li başurê Vîetnam sîxûr û îxanetkaran dikûje. Di heman demê de jî bi komên biçûk an 10 kesan propaganda çekdarî dikin. Li hemberî artêşa Emerîka bi sedan kîlometre tûnel dikolin û gelekî xefq (tûzak) çêdikin (wekî tarza sabotaj). Ji ber ku artêşa Emerîka rixme ewqas teknîk û leşker nikare li hemberî gerîla serbikeve dest pê komkûjî dike. Bi alîkariya balafiran bombayên Napalm davêje û bi sed hezaran însan zindî tên şwatandin. Çi jin be çi zarok be çi sivîl be û çi gerîla be. Hemû welatên emperiyalîst li hemberî wan sûcan bê deng man lê ciwanên cîhanê bi kînekî mezin rabûn ser piyan û di bin bandora wan qatliyaman şoreşa yekemîn a ciwanan pêşxistin.
Di Kurdistanê de şerê gelê şoreşgerî û dersan ji şoreşa Vîetnamê
Wekî em dibînin di navbera şoreşa Vîetnam û şoreşa Kurdîstanê de ku bi pêşengtiya Rêber APO ket rê pir tişt dişibin hevdû. Ne tenê navê tevger ku pêşengtiya şoreşê dike wekî partiya karkeran lê dîsa jî dîroka 15. Tebaxê jî di nava her dû şoreşan de rola serhildanê dilîze. Lê di heman demê de jî pir farqên giring di navbera her du şoreşan de hene. Pewîste em fem bikin ku rewşa Kurdistanê naşibe ti welatekî cîhane ji ber ku Kurdistan bi şoreşa neolîtîkê hem navenda pêşketina mirovahiyê hem jî navenda şerê cîhanê sêyemîn e. Loma hemû hêzên emperiyalîst li ser axa Kurdistanê û ji bo kontrol li ser Kurdistanê şer dikin. Ji ber ku rewşa me bi vî rengî ye Rêber APO bi pêşxistina stratejiya “şerê gelê şoreşgerî” rêya serkeftinê nîşana me kir. Rêber APO digot ku li Kurdistan nabe tenê gerîla şer bike û wisa em biçin serkeftinê lê ji ber ku rewşa Kurdistanê ewqas taybetê pewîste gerîla û gel bibin yek û bihevre şer bikin. Ti rêyekî din li Kurdistan nîn e. Li ser wî esasî hêzên cewherî yan hêzê parastina sivîl rolekî esasî dilîzin. Di heman demê de pewîstî heye ku hemû gel bi taybetî jin û ciwan ferî sixolandina çek û taktîka şer dibin. Li Kurdistanê pewîste her kes sixolandina çekan bizanibe. Lazime dewleta Tirk a faşîst û leşkerên wî di her gav da ditirstin wekî li Nisebîne dema ketin bin pîskolojiya sendroma Nisebînê wekî leşkerên Emerîkî ku li Vîetnam pîskolojiya wan xera bû û pir leşker dema zivîrin welatê xwe jiyana xwe bidawî kirin. Her leşkerê Tirk a dargirker û her çetê pewîstê her saniyê bi vî tirs jiyan bike ku di pişt her derî di pişt her pencerê Kurdekî bi çek heye û bitrise. Lazime ji her Kurdekî bitirse. Ev rêya serkeftine. Bi vî awahî ne mûmkîne ku dewleta Tirk a faşîst li herema Kurdistanê bimîne. Eger çend ciwanên me yên kahraman û leheng ji sê heyvan zêdetir bi çend sîlah û kêmek cebilxane dikarin li hemberî artêşa NATO berxwe bide carekî bifikirin dema hemû gel çek dixe destê xwe gelo encam çawa bibe. Serkeftina me misoger e. Azadî misoger e. Li ser vî esasî pewîste em wekî xort û jinên ciwan rewş û stratejî rast fem bikin. Pewîste em dîrokê baş nasbikin ji bo em rola me ya pêşengtî serkeftî bilîzin. Gel û Rêber APO ev ji me re dixwazin. Tu sedem nîn e ku morala me dikeve yan em kar nakin. Bê gûman dargirkirina Efrîn Serê Kaniyê û Girê Spî pir rewşekî bi êşê û bûyerekî ku em ti cara bîrnakin lê pewîste ev xwîna wan şehîdên leheng hêz dide me û pewîste em hîn zêdetir kar bikin. Şoreş karekî dirêj e. Wekî em ji Vîetnam dikarin fembikin tenê ji ber ku dijmin carekî yan du cara ket cihekî naye wateya binkeftine. Esasî dawî ye û em bi hemû baweriya xwe dizanin ku wekî fermandarê mezin û sembola ciwanan Şehîd Çiyager digot: “Çi bibe bila bibe dawî be muhteşem be.” Li ser wî esasî pewîste em rola xwe bilîzin û Rêber APO û Kurdistan azad bikin.