NAVENDA NÛÇEYAN – Bawer Agir berdewama roportajê de wiha dibêje:
“Bangawaziya me ya esasî ev e: tekoşîna herî mezin refên gerilla de tê kirin. Ji ber vê ciwan xwe pergala qirêj xelas bikin û ruyê xwe ber bi çiyayan ve bizvirînin. Tevlêbuneke berbi çav dixwiyê. Ev tişt derkete çapemeniyê jî. Mesela sala 43. De 43 ciwan tevlê bibûn. Disa henek nûçeyên din jî derketin. Lê kêm e. Divê ciwan ref bi ref berê xwe bidin çiyayên azad, pergalê red bikin.
Herî dawî ciwana re bangawaziya me ev e: tevgera me pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” daye destpêkirin. Divê ciwan DGH pêşengtiya vê pêngavê bike da ku heta azadiya Serokatî a fiziki dest bikeve û kurdistan azad be.
Taybet divê ciwan li dijî tecavuzên ku li aliyên leşker û cerdewanên TC’ê pêk tên bê deng nemînin. Ev buyerên tecavuzan esasî rûmeta kurdan şikandin û bê irade hîştine. Kurd teslîm girtine. Ji ber vê em li van buyeran wek buyerên lokal û takekesî nabînin. Divê ji bo tecavuza Kerwasê ciwanên Garzanê bê deng nemînin. Tola vê bigrin.
Bangawaziya me ji bo her aliyê ye: bese dest avêtina ciwanên kurda. Êdî kêr gihîşte hestî. Êdi ciwanên kurd yê bê deng namînin û yê hesabê her qirêjiyê bipirsin. Ev tişt deynê hustiyê ciwana ye. Vê mijarê de perspektîfên pêwîst hatibûn dayin.
Di vê çarçovê de em herî dawî bangawaziya tevlêbûna hemû ciwana pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” dikin.”