AMÛDÊ – Mişa dirêj a ciwanên herêma Cizîrê di roja xwe ya 3’mîn de didome. Îro meş bi tevlîbûna bi dehan ciwanan de ji bajarê Amûdê de destpê kir.
Tê zanîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn îsa û li dijî îxaneta PDK û ji bo piştgiriya berxwedana zindanan meşek dirêj ji bajarê Til Temir heta Dêrikê ve daye destpê kirin. Meş di roja xwe ya yekem de ji Til Temir xwe gihand Hesekê, doh jî ji Hesekê destpê kir û êvarê gihiştibû Amûdê.
Her wiha tê zanîn ku meş doh bi saatên êvarê de xwe gihandibû Amûdê, û bi saaên vê êvarê ewê xwe bigîne Qamişlo li wir dê şahiyek bi moral were lidar xistin.