NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Feraşînê diyar kir ku wan li Stenbol, Îzmîr, Tekîrdag, Balikesîr, Konya, Amed û Sêrtê hin çalakî li dar xistine.
Derbarê çalakiyan ev tişt hate gotin: “Wê çalakiyên me yên li dijî çeteyên hevkarên faşîzma AKP û MHP’ê bênavber bidome. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, wê têkoşîna me bi ruhê berxwedanê bênavber bidome.
ÇALAKIYÊN HATINE KIRIN
STENBOL
Di 22’ê Kanûnê de li gelek navçeyên Stenbolê 24 wesayît hatin şewitandin.
Di 24’ê Kanûnê de li navçeya Tûzlayê ya Stenbolê fabrîkeya kesekî girêdayî AKP’ê hate şewitandin.
ÎZMÎR
Di 23’ê Kanûnê de li Bûcaya Îzmîrê fabrîkeyek û li Karabaglarê jî atolyeyeke mobîlyayan hate şewitandin.
TEKÎRDAG
Di 23’ê Kanûnê de li taxên navenda Tekîrdagê 8 wesayît hatin şewitandin.
BALIKESÎR
Di 24’ê Kanûnê de li Edremîta Balikesîrê kargehek hate şewitandin.
Di 25’ê Kanûnê de li Bûrhaniyeya Balikesîrê 2 wesayît hatin şewitandin.
KONYA
Di 22’ê Kanûnê de li Çeltîka Konyayê 2 wesayît hatin şewitandin.
AMED
Di 24’ê Kanûnê de li Taxa Selahattîn a Farqîna Amedê tekerên wesayîta bi plakaya 59 LR 670 a çawişekî pispor ê di avahiya Fîdankentê de hate teqandin û kaportaya wê hate xêzkirin.
Di 24’ê Kanûnê de li Farqîna Amedê tekerên wesayîta serokê MHP’ê Farqînê Veysî Îkvan hate teqandin û kaportaya wê hate xêzkirin.
SÊRT
Di 23’ê Kanûnê de li naxên navendî yên Sêrtê derbarê tecrîdê li ser dîwaran nivîs hate nivîsandin.