Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol Va Cûdî
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr…
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l’bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l’lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
Şer dîne, şervan dîne
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!
ARJEN ARÎ