Qamişlo – Îro meşa dirêj a ciwanên herêma Cizîrê dikeve roja xwe ya 4’mîn. Îro meşvanan bi coş û moral berê xwe dan bajarê Tirbespiyê.
Bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK û piştgiriya berxwedana, bi slogana “emê dagirkeriyê û îxanetê têk bibin, emê teqez serbikevin” tevgera ciwanên şoreşger ên herêma Cizîrê meşek dirêj lidar xist. Meş ji Til Temir destpê kir û heta Dêrik wê 7 Rojan bidome.
Di roja yekem de meş ji Til Temir xwe gihand Hesekê, piştre Amûdê, Qamişlo, îro jî dê xwe bighîne Tirbespiye.