NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ciwanên bi navê Nergîz û Perwîn ji ajansa me re axivÎn. Nergîz û Perwîn bal kişandin ser Tecrîd û berxedana zîndana û destnîşan kirin ku pêwîste ciwan û jinên ciwan hember wan tekoşîn û berxwedanê bilind bikin.
Jinên ciwanê bi navê Nergîz wan tiştan got;
“Navê min Nergîz Bozan e. Ez xebatê ciwan û jinên ciwan da me, ez ji bajara Kobanê me. Wek jinên ciwan em ji dargirkerîya dewleta Tirk re dibêjin NA. Tecrîdî ku ser serokatî tê meşandin re em dibêjin NA! Berxwedana hevalên zindanan jî silav dikin, em bendewarin gelê me û ciwanên me jî ji bo berxwedanîyekî bêhempa amade bibe û pêwiste em Rêber Apo azad bikin heya ku Rêberî me azad nebî em jî azad nabin.” Nergiz bi dirûşmeya ‘BİJÎ SEROK APO’ axaftina xwe bi dawî kir.
Jinên ciwanê a bi navê Perwîn wisa axivê;
“Pêwiste her ciwan û jinên ciwan dijî êrîş tecrîdê ser Serokatî têkoşîn bikin. Em berxwedana hevalên zindanan jî silav dikin. Dijmin her dixwaze kurdan tune bikê pêwiste em hember wan ser linga bin. Ji ber ciwan pêşketinan di civakê de çedikê dijmin herî zêde listikên xwe yê qirij ser ciwan û jinên ciwan dimeşîni. Pêwiste ciwan hember wan hişyar bin. Dijmin şerekî taybet ser ciwanan ser gelê Kurd dimeşîne. Yanî em dikarin Kobanê mînak bidin bi riya şerê taybet de hin kes xwe bi pere difroşin. Kobanê de ev qas xwînî şehîdan heye her tax her kolanda pêwiste em wan bizanibin û gor vê tevbigerin.”