Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Zozan Çewlik: YJA-STAR’ê 2020’an de 316 leşker û 3 kontra kuşt

Zozan Çewlik diyar kir ku gerîlatiya li Kurdistanê, gerîlatiya jinê hêza xwe ya pêşengiyê beriya her tiştî ji dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werdigire.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/12/2020 - 9:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Zozan Çewlik: ‘Ji êrîşên li ser qadên Gerîla Mesûd Barzanî berpirs e!’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir ku ew ji her cûre şer re amade ne û destnîşan kir ku sala 2021’ê wê bi têkoşîneke mezin derbas bibe.

Zozan Çewlik diyar kir ku gerîlatiya li Kurdistanê, gerîlatiya jinê hêza xwe ya pêşengiyê beriya her tiştî ji dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werdigire.

Zozan Çewlik destnîşan kir ku ji Dersimê heta çar parçeyên Kurdistanê jin li her derê xwe diparêzin û got, “Di serî de li çiyê, gerîlatî îradeyê, seknê û nasnameyê diyar dike. Bêguman hêza xwe ji Rêbertî, hevrêyên şehîd û gelê me werdigire. YJA Starê hem ji aliyên hejmarî hem jî wesfî ve bi rê û rêbazê mora xwe li sala 2020’î xist. Çalakiyên YJA Starê hem bi bandor bûn hem jî encamgir bûn.

Di sala 2020’î de hêza YJA Starê teknîka heyî ya gerîla di asta herî bilind de xiste xizmeta şoreşê. Gelek çalakiyên li Heftanînê hatin kirin ji aliyê rêbazê ve asta pisporiyê û serweriya li çekê hebûn, lewma ev çalakiyên serketî hatin pîrozkirin. YJA Starê serweriya li çekê û pisporiya xwe xiste xizmeta rêbaza taknîkî, bi vî rengî gelek çalakiyên serketî pêk anî. Serketina çalakiyan xwe dispart profesyonelbûn û gerîlatiya pispor. Bi dilsoziya bi serketinê, bi afirîneriyê û baweriya bi qedandina dijmin, di nava salê de çalakiyên serketî hatin lidarxistin. Li gel vê yekê serketina xwe dispêre pisporiya di teknîkê û bikaranîna teknîkê ji bo taktîkê. Bêguman mejî û afirîneriya jinê di vir de xwedî pareke mezin e. Nîşan da ku di vî şerî de hêza fîzîkî bi tena serê xwe têrê nake, rêbaza herî bi bandor a ku operasyon û êrişên dijmin pûç bike mejî û afirîneriya jinê ye.

Hêzên YJA Starê di nava salê de di bikaranîna çekên giran, sabotajê, sûîqestê, çekên nîv otomatîk û fuzeyan de bi roleke gelekî mezin rabûn. Di dîroka me de yekemcar weke hêzên parastinê yên hewayî yên Şehîd Delal çalakiyên hewayî îsal pêk hatin. Şehîda destpêkê ya paramator a hêzên parastina hewayî hevrê Doga bû. Çalakiyên bi hêzên parastina hewayî hatin kirin nûbûna di rêbazê de ye. Çalakiya hevrê Doga ne tenê çalakiyeke di teknîka gerîla bû, di heman demê de bi ruh, hişmendî û wêrekiyê bandora hêza YJA Starê ya di şerê sala 2020’î de nîşan da. Vê çalakiyê baweriya hevalan zêde kir. Mînak, li gel êrişa bi teknîka giran a dijmin jî du hevalên me dikarin bi tenê bi rengekî profesyonel û rêbaza gerîla ya profesyonel çalakiyan bikin.

Di sala 2020’î de ji aliyê rêbaz, taktîk û teknîkê ve gelek pêşketin çêbû, ji ber vê yekê jî di nava gerîlayên YJA Starê de baweriyeke mezin rû da. Bêguman weke artêşa YJA Starê em xwedî mîrateya tecrûbeyeke gelekî xurt in. Niha di şerê tê meşandin de ji sedî 100 guhertin heye. Ji ber vê yekê jî fermandariyên me, gerîlayên me xwe naspêrin hejmarê, bêhtir xwe dispêrin wesf û kalîteyê, giraniyê didin ser encamgirtinê. Dikarim bêjim ku di nava sala 2020’î de rêbaz, taktîk û gelek operasyonên dijmin hatin têkbirin. Pisporbûyîna hêza YJA Starê li branşan, rola bi bandor a di rêbaz û taktîkê de mohra xwe li salê xist û pêşengî jê re kir. Di heman demê de îsal me pratîkbûna projeya jinûve avabûnê dît, ev yek jî ji bo me bû tecrûbe. Di nava sala 2020’î de li gelek deveran gerîlayên jin di çalakiyan de bi rola pêşengiyê rabûn.”

Têkildarî tevlîbûna hêzên YJA Starê li pêngavên KJK û KCK’ê Zozan Çewlik ev nirxandin kir:

“Pêvajoya em tê de ne ji bo me gelekî girîng e. Di nava salê de bi pêşengiya jinê û ciwanan destketiyên girîng hatin bidestxistin. Belê, li dijî Rêberê me û jinan kiryarên faşîst û qirker dewam dikin. Ya ku herî zêde faşîzm li dijî Rêberê me, gelê Kurd û gerîla da meşandin faşîzma AKP-MHP’ê bû. Faşîzmê bi armanca tasfiyekirina Rêbertî û tevgera me ya azadiyê dest bi salê kir. Em hatin dawiya salê, bala xwe didin hêza li hemberî xwe bi rastî jî dibînin ku avantajên me yên mezin heye. Derfetên me hene ku karibin faşîzmê biqedînin. Em çima vê dibêjin? Ji ber ku rêbazek ku faşîzma AKP-MHP’ê bi kar neanî nema. Tevî her tiştî jî AKP’ê nekarî xwe xurt bike, di dema herî lawaz de ye. Bi taybetî dawiya salê ev yek bêhtir derdikeve pêş, hêza ku pê piştrast bû derb xwar, sparteyên xwe yên ku karibin pê desthilatdariya xwe dewam bike nemane. Rast e di siyaseta xwe ya komkujiyê û qirkirinê de hin noker û hêzên teşhîr bûne li gel wan heye.

2020 ew sal e ku gelê Kurd herî baş siyaseta AKP’ê nas kiriye. Di siyaseta têkildarî jin û ciwanan de maskeya li rûyê wan kete xwarê, baweriya ti hêzê bi faşîzma AKP-MHP’ê nemaye. Her wiha ji aliyê aborî û bêkariyê ve jî Tirkiye di nava krîzekê de ye. Ji aliyê tenduristiyê ve jî bi heman rengî ye. Di nava AKP’ê de îstifa pêk tên, niha jî reform xistine rojevê. Ti reform wê nikaribe wan rizgar bike. Em dest bi saleke nû dikin, di destê faşîzma AKP’ê de tenê sorkirina şer maye. Em bi pêngavên ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê; dem dema azadiyê ye’ ya KCK û KJK’ê dest bi sala nû dikin. Tevgera jinê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê dema azadiya jinê û parastina civakê ye’ tevlî vê pêngavê bû. Bi tevlîbûna jinan, ciwanan û hêzên demokratîk pêngav heta astekê hate meşandin, lê belê ev têrker nîne, divê tevlîbûneke hîn bi bandor pêk were.

Bi navê YJA Starê em jî tevlî vê pêngavê dibin. Ev yek demkî nîne, pêvajoyeke, ji bo têkbirina faşîzmê, zîhniyet û polîtîkaya faşîzmê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê me em ê bi hemû hêza xwe tevlî têkoşînê bibin. Bi îdîayên xurt em ê pêşengiya vê pêngavê li her qadê bikin.”

BÎLANÇOYA SALA 2020’Î YA HÊZÊN YJA STARÊ

Fermandar Zozan Çewlik li ser bîlançoya sala 2020’î ya ji aliyê YJA Starê ve ev agahî parve kir: “Ji ber ku bîlançoya meha Kanûnê hîn negihîştiye me dikarim bîlançoya 11 mehan parve bikim. Di têkoşîna 11 mehan de hêzên YJA Starê 110 çalakiyên xweser kirin. Ji van çalakiyan 68 ji wan li Heftanînê hatin kirin. Ji wan jî 19 çalakiyên sabotajê, 41 çalakiyên sûîqestê, 13 çalakiyên bi çekên taybet û 9 jî bi çekên nîv otomatîk hatin kirin. Çalakiyên bi rêbaza serdegirtinê û lêdana li helîkopteran jî hatin lidarxistin. Agahiyên berfireh ên çalakiyan hene lê bi kurtasî dikarim vê bêjim. Di nava salê de di navbera hêzên YJA Starê û dijmin de 3 caran şer qewimî. Di vî şerî û çalakiyan de 3 jê kontra 316 dijmin hatin cezakirin û 28 leşkerên dijmin jî birîndar bûn.

Di nava pêvajoya têkoşînê ya 11 mehan de 112 hevrêyên me yên jin şehîd bûn.

Tevî ku ji ber vîrûsa koronayê me tevlîbûn rawestand jî îsal 160 jin tevlî refên gerîla bûn. Propagandayên dewleta Tirk ku dibêje ‘tevlîbûn nîne’ rast nîne. Bi taybetî tevlîbûna jinan zêde ye. Gelek mirovan jî nekarîn xwe bigihînin me.

Her wiha di şerê nava salê de aqûbeta 2 hevalên me nediyar e. 2 hevalên me dîl ketin destê dijmin, 4 kes jî radestî hêzên dijmin bûn.”

ARMANCÊN JI BO SALA 2021’Ê

Têkildarî armancên xwe yên ji bo sala 2021’ê jî Fermandar Zozan Çewlik got, “Xuya ye konsepta dewleta Tirk a faşîst, yanî tecrîda li ser Rêberê me û şer wê dewam bike. Di heman demê de wê polîtîkaya qirkirinê, destdirêjiyê û destavêtinê ya li dijî jinê jî dewam bike. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê di sala 2021’ê de wê şerê navbera têkoşîna azadiyê û hêzên faşîst dewam bike. Weke YJA Star haya me ji vê heye. Bi navê hêzên YJA Starê li dijî siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêberê me, gel û jinan dimeşîne em ê bi rengekî çalak têbikoşin. Di sala 2021’ê de plana dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê dewam bike ku bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya Iraqê û DYE’yê ev konsept tê meşandin. Weke hêzên YJA Star û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, ji bo prastina xeta Rêbertî, li dijî her cûre şer, zîhniyeta tunekirinê, înkar û serdest em xwe amade dikin.

Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe, bi pêngava tevgera me re li dijî dewleta dagirker di şerê gel de weke hêza YJA Starê em ê berxwedana heyî veguherînin serketinê. Bi vê biryardariyê em dest bi sala 2021’ê dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

BI WÊNEYAN VE MEŞA DIRÊJ

Nivîsa Pêş

Greva birçîbûnê di roja 33’yan de didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Greva birçîbûnê di roja 33’yan de didome

Greva birçîbûnê di roja 33'yan de didome

Li Girava Îmraliyê şewat derket!

Parêzerên Serok Apo ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.