Girkê Legê – Vê êvarê meşa dirêj a ku Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Cizîrê lidar xistibû gihişt navçeya Girkê legê.
Meş a ku bi armanca li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bakur û rojilatê Surye û li dijî îxaneta PDK, di 24’ê Kanonê de ji bajarê Til Temir destpê kiribû. Bi biryara ku ewê 7 rojan bidome. Her wiha di Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa de derbas bûye. û ji aliyê gelên van bajaran ve hatibûn pêşwazî kirin.
Tê diyar kirin ku sibe roja dawî yê meşê, ewê ciwanan ber bi armanca dawî ya Dêrikê ve bimeşin.