LEZGÎN – Hêrsa Tola Sor çeteyên tiryakê da
NAVENDA NÛÇEYAN – DGK, DGK-H’ê bi daxuyaniyeke nivîski diyar kir ku navçeya Stenbolê Baxcılarê de di çarçova Pêngava Tolhildana Sor de li dijî çeteyên tiryakê çalakiyek pêk anî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev çalakî li taxa Demirkapıyê de ji aliyê Yekîneya Şehîd Botan Erdal ve hatiye kirin û ewên jehra dewleta tirk qirika wî de bihêlin. Dewleta tirk dixwaze gelê kurd tune bike lê ev xwesteka wan yê ji aliyê Pêngava wan ya Tolhildana Sor ve pêşiya wê were girtin. Daxuyaniyê de bal li ser greva ku li dijî tecrîtkirina Rêber Apo hat kışandin û ev grev hat silav kirin.
Berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ewên jehra dewleta tirk qirika wê de bihêlin. Li dijî polîtîqayên dewletê yên qirêj ewên bê navber çalakiyan de bin. Li dijî polês, leşker, bekçî û hevkarên dewletê hêrsa pêngava wan yê bidome û ewên hesap bipirsin.
Herî dawi hat diyarkirin ku yekineya wan piştê çalakiyê bi awayekî saxlem gihîşt cihê xwe.